Li Freiburgê perwerdehî û bîranîn hat lidarxistin

Meclîsa Jinan a Nûda ya Freiburgê û Meclîsa Freiburgê di çarçoveya pêvajoya ji nû ve avakirina tevgera Kurd de perwerdehî dan û bi boneya Hefteya Lehengiyê di serî de Mahsûm Korkmaz û Mazlûm Dogan hemû şehîd hatin bîranîn.

Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinên Nûda yên Freiburgê û Meclîsa Freiburgê ve ji bo gelê Kurd perwerdehî dan û merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Bername bi perwerdehiya ku di çarçoveya pêvajoya ji nû ve avakirina tevgera Kurd de hat lidarxistin, dest pê kir. Di çarçoveya "manîfestoya civaka komunal a demokratîk" de li ser ji nû ve rêxistinkirina civakê, avakirina jiyana demokratîk û pêşxistina nirxên komunal nirxandin hatin kirin.

Di perwerdeyê de mijarên sereke yên wekî xurtkirina rêxistina xwecihî, berfirehkirina demokrasiyê û avakirina komunan derketin pêş.

Piştî perwerdeyê bi boneya Hefteya Lehengiyê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de di serî de Mahsûm Korkmaz û Mazlûm Dogan hemû şehîd û sembolên berxwedanê hatin bîranîn.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku têkoşîna wan ne tenê paşeroj e, îro jî rê nîşanî têkoşîna demokratîk û azadiyê dide. Beşdaran peyama berfirehkirina têkoşîna rêxistinkirî û parastina mîrateya dîrokî dan.