BI DÎMEN

Li Linzê Newroz bi coş hate pîrozkirin

Cejna Newrozê ya li bajarê Linz ê Awûstûryayê li gel tevlîbûna nêzîkî 2 hezar kesî bi coş hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya Newrozê ya ku duh li bajarê Linz ê Awûstûryayê hate lidarxistin, bi beşdariyeke zêde û coşeke mezin bi dawî bû.

Di çalakiya ku nêzîkî 2 hezar kes beşdar bûn de, bi taybetî cil û bergên jinan ên gelêrî û rengîn gelekî bal kişand.

Pîrozbahiya îsal bi şîara ‘’Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu’’ hate lidarxistin. Di tevahiya pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmeyên weke ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Jin Jiyan Azadî’’ û Yek e yek e yek gelê Kurd, yek e’’ hatin berzkirin û peyamên piştevaniyên yên xurt hatin dayîn.

Di çarçoveya bernameya Newrozê de nûnerên derdorên çepgir û sosyalîst ên li Avûstûrayayê derketin  ser dikê û axivîn.

Agirî Rojava li ser navê tevgera jinên Kurd axivî û bal kişand ser xwişk-biratiya gelan.  

Agirî Rojava bal kişand ser rola Tevgera Azadiya Kurdistanê ya di pêşketina vê nêzîkatiyê de got ku hin derdor fikra xwişk-biratiya gelan berovajî dikin û li dijî wê antî-propagandayê dikin. Agirî Rojava di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku Newroz ji hemû gelên bindest re azadiyê bîne.

Piştre siyasetmedar Cevdet Halîm axivî û diyar kir ku pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin wê ji bo gelê Kurd destkeftiyan bîne.  Cevdet Halîm anî ziman ku destkeftiyên berbehs wê bi demê re werin bidestxistin lê belê felsefe û îdeolojiya Rêber Apo roleke diyarker dilîzin.

Cevdet Halîm her wiha di axaftina xwe de bal kişand ser wateyên Newrozê yên dîrokî û sembolîk û anî ziman ku pîrozbahiyên îsal ‘’Newroza şehîdan e.’’

Cevdet Halîm piştre got ku Newroza îsal bi ruhê şehîdan hatiye pîrozkirin û destnîşan kir ku ev yek mîrateya Salih Muslim, Riza Altûn, Alî Haydar Kaytan, Nûreddîn Sofî û şehîdên azadiyê ye ku ji gelê Kurd re hiştine.

Cevdet Halîm di dewama axaftina xwe de bal kişand ser kokên dîrokî yên Newrozê û got ku kevneşopiya berxwedanê ya ji Kawayê Hesinkar heya Mazlûm Dogan ê ku li zindana Amedê nemir bûye, îro mezintir bûye.  Cevdet Halîm herî dawiyê diyar kir ku gelê Kurd li dora vê berxwedanê bûye yek û anî ziman ku bi taybetî jî wê ji têkoşîna li Rojhilat berdewam dike encamên girîng werin bidestxistin.

Piştre hunermend derketin ser dikê. Di serî de Diyar Dêrsimî û Şerîf Omer li gel performansa hunermendên xwecihî pîrozbahiyan heya saetên dereng ên roja Yekşemê berdewam kirin.