GERA COLANÎ YA LI BERLÎNÊ
Li hemberî pêşwazîkirina Serokkomarê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed el Şara (Colanî) ya ji aliyê Hikumeta Elman a Federal ve nerazîbûn dewam dikin. Endamê Bundestagê yê ji Die Linek Ferat Koçak ji ANF'ê re axivî, bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a bi rêk û pêk a li Sûriyeyê, aqûbeta rojnamevanên winda û polîtîkaya Elmanyayê bi giştî ya Ewropayê ya têkildarî Sûriyeyê bi 'pirsgirêk' dît û serdan rexne kir.
Ferat Koçak işaret bi wêneyê li Sûriyeyê kir û got, "Bûyerên ku di nava salekê de li Sûriyeyê qewimîn, bi taybetî nîşan didin ku li herêmên di bin kontrola komên çekdar ên ser bi HTŞ'ê de binpêkirina mafên mirovan bi rêk û pêk dewam dikin. Zextên li ser Kurdan, êrişên li dijî Xiristiyan, Durzî û civaka Elewî, gefên li hindikahiyên din têne xwarin, radixin pêş çavan ku mafên bingehîn û pirrengiya li herêmê di bin xeteriyeke giran de ne."
Ferat Koçak nêzîkatiya polîtîk a Elmanya û Ewropayê ya li Sûriyeyê rexne kir û got, "Polîtîkaya Ewropayê bi taybetî jî ya Elmanyayê gelekî bi pirsgirêk e. Bi armanca kontrolkirina herikîna penaberan danûtandina bi aktorên bi vî rengî xetere re, avêtina gavên ku rewabûna siyasî bide wan, nîşan dide ku hesabên berjewendiyan ên dema kurt nearamiya demdirêjî kûrtir dike."
Parlamenterê Die Linke Koçak bal kişand ser rojnamevana Elman Eva Maria Michelman û rojnamevanê Kurd Ahmed Polat ên li Sûriyeyê winda ne û got, "Hikumeta Elman di vê mijarê de nakeve nava hewldanên têrker û bi bandor ku ev yek li dijî nirxên demokratîk e ku bi xwe ragihandiye."
Koçak destnîşan kir kku polîtîkaya derve ya Elmanyayê divê li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî û mafê mirovan ên gerdûnî be û got, "Di rewşeke welê de ku ewqas pirsgirêkên cidî hene, vexwendina Colanî ji aliyê Serokwezîr ve şaşitiyeke gelekî mezin û xetere ye."
Li aliyê din Berdevka Polîtîkaya Derve ya Bundestag a Die Linke Cansû Ozdemîr û Parlamenterê Ewropayê Martin Schirdewan li ser platformên medya dîjîtal daxuyanî dan û bi tundî pêşwazîkirina Colanî ya li Berlînê rexne kirin. Siyasetmedaran gotin, "Ji bo Îslamîstan bila resepsiyona dewletê neyê kirin" û diyar kirin ku nayê qebûlkirin ku Friedrich Merz Serokkomarê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê Colanî pêşwazî bike.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Kurd û rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava bi hefteyan di bin êrişên giran de man, sivîl hatin kuştin, êşkence hate kirin, ji cih û warê xwe bûn û hate destnîşankirin ku di nava van şert û mercan de normalbûyîna bi rejîma Sûriyeyê re nepêkan e.
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rojava sembola jiyana bi hev re, wekhevî û demokrasiyê ye û bang hate kirin ku piştgirî jê re bê dayin û bê naskirin.