Li Sionê di konferansa Rojava de banga piştevaniya navneteweyî
Li bajarê Sion ê Swîsreyê di konferanse de li dijî êrişên li ser Rojava ji bo piştgiriya navneteweyî bang hate kirin.
Li bajarê Sion ê Swîsreyê di konferanse de li dijî êrişên li ser Rojava ji bo piştgiriya navneteweyî bang hate kirin.
Li bajarê Sion ê Kantona Valais a Swîsreyê, êrişên li ser Rojava û krîza mirovî ya li herêmê giran bûye bi konferansekê hatin nirxandin.
Çalakî li salona konferansê ya L'Archipelê hate lidarxistin û Sendîkaya Xizmetên Cemaweriyê ya Sionê (SSP), Navenda Civaka Kurd a Valaisê û Heyva Sor pêşengî jê re kirin. Dİ konferansê de hate ragihandin ku li hemberî êrişên li ser Rojava divê piştevaniya navneteweyî bê xurtkirin.
KRÎZA LI ROJAVA Û BERPIRSYARÎ HATE NÎQAŞKIRIN
Joseph Daher ku bi akrên xwe yên li ser Rojhilata Navîn tê naskirin, ji Delegasyona Rojava Julien Berthod û aktîvîsta jin a Kurd Canan Onal weke qiseker beşdarî konferansê bûn.
Di pêşkêşiyan de qala modela siyasî ya heyî, tecrûbeya xwerêveberiya demokratîk û êrişên leşkerî yên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin. Qisekeran anîn ziman ku bi taybetî ji destpêka sala 2026'an û vir ve êriş yekser li ser sivîlan têne kirin.
Her wiha ragihandin ku xizmetên tenduristiyê bi dest nakevin, di peydakirina madeyên bingehîn ên pêwîstiyê de zehmetî heye, dorpêç hatiye girankirin û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî hate rexnekirin.
BANGA PIŞTEVANIYA NAVNETEWEYÎ
Di konferansê de hate destnîşankirin ku modela li Rojava tenê herêmî nîne, sîstemeke civakî ya alternatîf e ku ji bo asta navneteweyî jî derbas dibe. Azadiya jinê, nêzîkatiya ekolojîk û demokrasiya ji bingehê ve hatin bibîrxistin û ji bo parastina van destketiyan banga xurtkirina piştevaniya navneteweyî hate kirin.