Li Stuttgartê bîranîna Hefteya Lehengiyê
Li Stuttgartê bi pêşengiya Komaw a Herêmê û Jinan çalakiya bîranîna Hefteya Lehengiyê hate lidarxistin.
Li Stuttgartê bi pêşengiya Komaw a Herêmê û Jinan çalakiya bîranîna Hefteya Lehengiyê hate lidarxistin.
Bernameyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre axaftin hate kirin û qala girîngiya dîrokî û civakî ya têkoşîna şehîdan hate kirin. Bi navê komawê axaftin hate kirin û hate ragihandin ku berxwedana şehîdan di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî cihekî diyarker e.
Piiştre bi navê Rojhilat axaftin hate kirin û bi taybetî işaret bi girîngiya berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê hate kirin. Her wiha hate ragihandin ku divê xwedî li mîrateya şehîdan bê derketin. Di bernameyê de siyasetmedar Îsmet Kem jî axivî û ji bo yekîtî û piştevaniyê bang kir.
QAZÎ MÛHAMMED JÎ HATE BÎRANÎN
Di çalakiyê de Qazî Mûhammed di salvegera şehadeta xwe de hate bîranîn. Di nirxandinan de cihê tecrûbeya Mahabadê ya li dîroka Kurd hate bibîrxistin û hate gotin, têkoşîna Qazî Mûhammed îro jî rê nîşan dide.
Çalakiya bîranînê bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.