TJK-E û KCDK-E: Divê em li ser bingeha yekîtiya neteweyî xwe bi rêxistin bikin

TJK-E û KCDK-E daxuyandin ku bi êrîşên li ser Kurdistanê hewl didin hêzên Kurd bikişînin nav şer û gotin, "Divê hemû hêzên Kurd li ser bingeha yekîtiya neteweyî bên gel hev, parastina têkoşîna rewa biparêzin û divê nebin amûrê hesabên şaş ên tu kesî.”

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistan li Ewropayê (KCDK-E) derbarê şerê ku ji aliyê DYE û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye destpêkirin û her ku diçe bandorê li her çar parçeyên Kurdistanê dike, daxuyaniyek nivîskî weşandin û bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûna li ser bingeha yekîtiya neteweyî.

Di daxuyaniya hevbeş de wiha hat gotin: “Wekî ku tê zanîn, şerekî ku serkêşiya wê Îsraîl, DYE û Îranê dikin, tê jiyîn. Ev şer li her aliyênRojhilata Navîn belav dibe û roj bi roj mezin dibe. Ev şerê bi xwe re rê li ber krîzeke aborî û krîzeke mezin a cîhanî vedike. Ev şerê ku wekî şerê enerjiyê jî tê binavkirin, rasterast bandorê li her çar perçeyên Kurdistanê dike. Bicihbûna leşkerî ya hêzên navneteweyî li herêma me vê bandorê mezintir dike. Êrîşa li Duhokê û hedefgirtina hêzên Kurd piştrast dike ku em di bin gefek cidî de ne.

Ev êrîşeke ku gelê Kurd û hêzên Kurd ên li her çar perçeyên Kurdistanê bikişînin nav şer. Gelê Kurd wê tu carî nebe amûrek şerên neheq û planên parvekirina desthilatdariyê yên hêzên navneteweyî. Gelê Kurd ne alîgirê şer û komkujiyan e, alîgirê diyalog û çareseriya demokratîk e.

Ji ber vê yekê wê her çar beşên Kurdistanê nebin amûrê ev şerê berdewam dike. Divê hemû hêzên Kurd li ser bingeha yekîtiya neteweyî bên gel hev, parastina têkoşîna rewa biparêzin û divê nebin amûrê hesabên şaş ên tu kesî. Ev êrîş careke din nîşan didin ku têkoşîneke yekgirtî çiqas girîng e. Em bang li gelê xwe yê li dîasporayê dikin ku li hember van êrîş û xetereyan hişyar bin.”