Li Londonê bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bûn

Li paytext Londonê Roja Karkeran a 1’ê Gulanê bi meş û mîtîngekê hat pîrozkirin. Di çalakiyê de sloganên yekîtî, piştevanî û azadiyê hatin berzkirin; êrîşa polîsan û desteserkirinên di çalakiyê de bûn sedema nerazîbûnê

Li Londonê Roja Karkeran a 1’ê Gulanê, îsal jî bi tevlîbûna bi hezaran kesan û bi sloganên ked, azadî û piştevanî hat pîrozkirin. Bi banga Piştevaniya Karkerên Navneteweyî; sendîka, rêxistinên koçberan û pêkhateyên şoreşger-demokrat li ber Pirtûkxaneya Karl Marx hatin bal hev.

Qada çalakiyê bi tevlîbûna beşên cuda yên civakê bû xwedî dîmenên rengîn. Gelek komên wekî sendîka, pêkhateyên antî-faşîst, tevgerên ekolojiyê û rêxistinên jinan bi pankart û sloganên xwe di qadê de cih girtin. Komên muzîk û dansê jî bi marşên têkoşînê çanda berxwedanê ya gelan nîşan dan.

Hêzên şoreşger-demokrat ên Kurdistanî û Tirkiyeyî, rêxistinên Elewiyan, komeleyên herêmî, Meclîsên Gel ên Kurd û Tevgera Jinên Kurd jî di çalakiyê de amade bûn. Beşdaran bi govend, tîlîlî û stranan bal kişandin ser têkoşîna hevpar.

Meş ji Clerkenwell Greenê dest pê kir û bi qefleyan heta Qada Trafalgarê domiya. Di meşê de slogana “Yekîtî, têkoşîn û azadî” derket pêş û tekezî li ser xeta berxwedana hevpar a gelan hate kirin.

Di mîtînga li Qada Trafalgarê de axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku divê beşên bindest û keda wan tê xwarin, li dijî pergala kapîtalîst têkoşîna hevpar mezin bikin. Di nirxandinên ku bi perspektîfa Meclîsên Gel ên Kurd hatin kirin de, banga xurtkirina xeta yekîtiya demokratîk û xwebirêxistinkirina gelan derket pêş.

Mîtîng bi govend û sloganên coş bi dawî bû.

Li aliyê din, di dema çalakiyan de Metropolitan Police destwerda. Hate diyarkirin ku gelek kes hatine desteserkirin û ev yek ji aliyê beşdaran ve wekî zexta li ser mafên demokratîk hate nirxandin.

Tevî hemû destwerdanan jî çalakgeran qad neterikandin, çalakiyên xwe domandin û biryardariya xwe ya ji bo mezinkirina têkoşînê ducare kirin.