BI DÎMEN

Heyva Sor kongreya xwe ya 32’yemîn pêk anî

Di Kongreya Asayî ya 32’yemîn a Heyva Sor a Kurdistanê de Dr. Rojvan Bilgin axivî û diyar kir ku saziya wan tevî 33 salên zext û astengiyan, her dem li cem gelê xwe bûye

Heyva Sor a Kurdistanê Kongreya xwe ya Asayî ya 32’yemîn bi beşdariya gelek delege, mêvan û xebatkarên saziyê pêk anî. Kongre li bajarê Troisdorfê, li navenda giştî ya Heyva Sor bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Rojvan Bilgin axaftina vekirinê kir û derbarê têkoşîna 33 salan a saziyê, zextên li ser wan û armancên dema nû de nirxandinên girîng kirin.

ZEXTAN EM JI GELÊ ME QUT NEKIRIN

Bilgin di destpêka axaftina xwe de keda xebatkarên saziyê silav kir û bal kişand ser hewildanên krîmînalîzekirinê yên li Ewropayê. Bilgin got: "Ji ber mîsyona me ya mirovî, saziya me gelek caran bû hedefa dijminên gelê Kurd. Li gelek welatên Ewropayê hesabên me yên bankayê hatin girtin, bi ser buroyên me de girtin; xwestin nav û logoya me qedexe bikin. Lê tevî van hemû zextan em paş de neçûn û em ji gelê xwe qut nebûn.

LI KURDISTANÊ TABLO GIRAN E

Bilgin bal kişand ser wêrankariya ku şer, koçberî û karesatên xwezayî li her çar parçeyên Kurdistanê pêk aniye û got ku bi milyonan mirov di bin şert û mercên giran de têkoşîna jiyanê didin. Bilgin diyar kir ku hejmara kesên hewcedar her sal zêdetir bûye û wiha domand: Ev tablo berpirsiyariya me ya mirovî hîn giranter dike. Divê em xebatên xwe li gorî ruhê serdemê nû bikin û xurt bikin.

ARMANCÊN DEMA NÛ

Dr. Rojvan Bilgin sê armancên sereke yên ku sazî dê di pêvajoya pêş de li ser bisekine wiha rêz kirin:

Xebatên Endamtiyê: Zêdekirina hejmara endam û dildaran ku bingeha hêza saziyê û projeyên demdirêj in.

Hevkariya Navneteweyî: Pêşxistina projeyên hevpar bi saziyên cîhanî yên wekî ICRC û UNICEF re, da ku qada alîkariyê bigihîje asta navneteweyî.

Veguhastina Dîjîtal: Bikaranîna amûrên dîjîtal û medyaya civakî (X, Instagram, Facebook, YouTube) bi awayekî hîn çalaktir ji bo ragihandina kampanyayên alîkariyê û zêdekirina şeffafiyetê.

HEYVA SOR SEMBOLA YEKÎTIYÊ YE

Bilgin destnîşan kir ku Heyva Sor ne tenê saziyek alîkariyê ye, lê di heman demê de sembola yekîtî û piştevaniya gelê Kurd e. Bilgin hêvî kir ku kongre bibe wesîleya serkeftinên nû û dawî li axaftina xwe anî.

Piştî xwendina raporên çalakiyan, rêveberiya nû hat hilbijartin. Di rêveberiya nû de ev nav cih girtin: Dr. Rojvan Bilgin, Dr. Birhat Şimşek, Mehmet Emin Alıcı, Vahdettin Kiliç, Xecê Moussa û Elî Akyuz.