Li Îngilistanê di hilbijartinên xwecihî de Partiya Karker derbeke giran xwar

Di hilbijartinên xwecihî yên 7'ê Gulanê yên Îngilistanê de Partiya Karker a li ser desthilatdariyê ye, nîvê kursiyên xwe ji dest da û derbeke giran xwar.

Li Îngilistanê encamên destpêkê yên hilbijartinên xwecihî yên 7’ê Gulanê, pirsgirêka siyasî ya li welêt bi rengekî eşkere nîşan da. Bi taybetî Reform UK a di bin lîdertiya Nigel Farage de, derketina herî balkêş a şeva hilbijartinê pêk anî û Labour Party (Partiya Karker) a li ser desthilatdariyê li herêmê gelek deng kêm kir.

Li seranserê Îngilistanê nêzî di 136 rêveberiyên xwecihî de ji bo zêdeyî 5 hezar endamên meclîsa şaredariyê sindoq hatin danîn. Di hilbijartinan de nêzî 30 milyon hilbijêr xwedî mafê dengdayînê bûn, hat diyarkirin ku rêjeya tevlîbûnê li gelek herêman navbera ji sedî 30 û 45 hate guhertin.

Li gorî encamên destpêkê yên sihara Înê hatin eşkerekirin, Partiya Karker zêdeyî 229 endamtiyên meclîsa şaredariyê winda kir; Reform UK a di bin lîdertiya Nigel Farage de ku dijberê koçberan e, 305 kursî bi dest xistin. Meclîsên şaredariyên girîng ên mîna Hartlepool, Tameside, Redditch û Tamworth ji kontrola Partiya Karker derket.

Heya niha Partiya Karker kontrola 8 meclîsên şaredariyê winda kir û Partiya Reform zêdeyî 350 kursî bi dest xistin, lê belê piraniya jimartina dengan hînê destpê nekiriye.

Conservative Party (Partiya Muhafazakar) jî di hilbijartinê de têk çû. Muhafazakaran li hin herêmên başûr dengên xwe parastin, lê ji ber bilindbûna Reform UK’ê di tabanê hilbijêrên rastgir de windahiyên cidî dan.

Li aliyê Kesk û Demokratên Lîberal jî di hilbijartinê de dengên xwe zêde kir. Bi taybetî li navendên bajarên mezin û bajarên xwendekaran bilindbûna Keskan bal kişand, Demokratên Lîberal jî li hin şaredariyan destketiyên girîng bi dest xistin.