Li Mannheimê "Konferansa Avakirina Dema Nû" hate lidarxistin.

Di konferansa ku bi pêşengiya KON-MED’ê li Mannheimê hat lidarxistin de, li ser mijarên avakirina di sirgûnê de, modela komunê û civaka demokratîk hat sekinandin. Axivêrên konferansê bal kişandin ser girîngiya birêxistinkirina herêmî û veguherîna civakî.

Li bajarê Mannheimê bi beşdariya federasyonên eyaletan ên girêdayî Konfederasyona KON-MED’ê "Konferansa Avakirina Dema Nû" hat lidarxistin. Gelek nûnerên ji TJK-E, FCDK-KAWA, FED-KURD, FED-GEL, FED-MED û FED-DEM’ê beşdarî konferansa ku du rojan dom kir, bûn.

Konferans piştî rêzgirtinê, bi nirxandinên li ser pêvajoya siyasî dest pê kir. Di nîqaşan de bi taybetî sernavên wekî "ruha dema nû", "ji nû ve avakirin", "rêxistinkirina komunê" û "pêvajoya civaka demokratîk" derketin pêş.

Di konferansê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Engin Sever, Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gök, Rojnameger Ferda Çetin û nivîskar û siyasetmedar Nimet Sevim axivîn. Axivêran nirxandin li ser wê yekê kirin ku di şert û mercên sirgûnê de avakirina civakî û çandî çawa dikare were pêşxistin û bandorên pêvajoyên şer û çareseriyê yên li ser civakê çi ne.

DI DEMA NÛ DE MODELÊN RÊXISTINKIRINA SIYASÎ GIRÎNG IN

Ferda Çetin di axaftina xwe de diyar kir ku hawirdora şer û krîzê ya li Rojhilata Navîn li Kurdistanê giran bûye û destnîşan kir ku di dema nû de modelên rêxistinkirina siyasî girîngî bi dest xistine. Çetin bal kişand ser "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ku ji aliyê Rêber Apo ve di 27'ê Sibata 2025'an de hatibû pêşxistin; wî diyar kir ku hukûmeta Almanyayê ji vê pêvajoyê dûr disekine, bangên Kurdistaniyên li Almanyayê yên ji bo zelaliyê nabîne û di helwesta xwe ya krîmînalîzekirina Kurdan de israr dike.

JI TAKEKESÊ RÊXISTINKIRÎ BER BI CIVAKA RÊXISTINKIRÎ VE

Nimet Sevim jî bal kişand ser rehên dîrokî û civakî yên fikra komunê. Sevim anî ziman ku şêwazê jiyana kapîtalîst têkiliyên civakî qels kiriye û modela komunê armanc dike ku piştgiriyê  ji nû ve ava bike.

Sevim, li ser pirsa "Em çima komunê dixwazin?" mînakek da û weha got: “Carekê di jiyana gundan de li ber deriyê tu malî an jî li kêleka wê we çop (gemar) nedidît. Ji ber ku di çanda me de komkirina çopê tune bû. Ev yekeyeke ji civaka xwezayî mabû. Kengî ku em tevlî jiyana bajaran bûn an jî çanda bajêr gihîşt gundan, hingê nirxên me yên exlaqî, polîtîk û ekolojîk hêdî hêdî piral bûn.

Meseleya bingehîn, xwedîderketina li însiyatîfê û hilberîna çareseriyan e. Zemîna vê jî ew e ku herêm bi xwe, xwe bi komun, kooperatîf û rêxistinên ekolojîk ava bike. Yanî em behsa pêvajoyeke ku ji ferdê rêxistinkirî ber bi civaka rêxistinkirî ve diçe, dikin. Rêber Apo di manifestoya xwe de dibêje: ‘Her çand li ser rehên xwe şîn dibe.’ Komun; li herêmê, li taxê an jî li kolanê hatina cem hev e; bêyî ku hewcedarî bi tu meqamên dewletê hebe, çareserkirina pirsgirêkên xwe bi xwe ye. Di eslê xwe de rêxistina komunê, hucreya herî piçûk a Neteweya Demokratîk e.”

BANGA RÊXISTINKIRINA HERÊMÎ

Di dawiya konferansê de beşdaran li ser xurtkirina modelên rêxistinkirina herêmî di dema nû de, belavkirina xebatên çandî û gihandina perspektîfa civaka demokratîk bo her beşên civakê nirxandinên xwe parve kirin.