Civaka Kurd û Elewî ya ku li Strasbourgê dijîn, ji bo bîranîna kesên ku di Komkujiya Dersimê de jiyana xwe ji dest dane hatin cem hev. Bernameya bîranînê ya ku di pêşengiya Komeleya Elewiyên Demokratîk de hate organîzekirin, li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasbourgê pêk hat.
Ji bilî gelê Kurd ê li Strasbourgê dijî, nûnerên gelek saziyên demokratîk jî beşdarî çalakiya bîranînê bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê dest pê kir.
Merasîm bi gulbangê ku parçeyekî girîng ê rîtuelên baweriya Elewîtiyê ye, berdewam kir. Di dema gulbanga ku ji aliyê Pîr Riza ve hat dayîn de, rizayetiya civakê hat girtin; loqmayên hatibûn amadekirin bi bîranîna kesên hatine qetilkirin hatin parvekirin. Di bîranînê de bal hat kişandin ser zindîhiştina bîra kolektîf û xurtkirina piştgiriya civakî.
RÊ YEK E, PIRRENGÎ HEZAR Û YEK E
Pîr Riza di axaftina xwe de bal kişand ser kûrahiya dîrokî ya Elewîtiyê û destnîşan kir ku ev bawerî ne tenê nasnameyek e, lê felsefeya jiyanê ye.
Pîr Riza bi gotina “Rê yek e, pirrengî hezar û yek e” piralîbûna Elewîtiyê bi bîr xist û îşaret bi têgihiştineke ku veguhertina mirov û hemû zindiyan esas digire, kir. Pîr Riza diyar kir ku nasnameya Elewî îro di bin xetereyeke mezin de ye û bi taybetî Elewiyên Kurd bi "çewsandina dualî û tine hesibandinê" re rû bi rû ne.
KOMKUJİYA DÊRSIMÊ: TÊKOŞÎNA BÎRÊ YE
Pîr Riza behsa hûrguliyên Komkujiya Dêrsimê jî kir û bi bîr xist ku "bêyî ku bibêjin jin, zarok an extiyar, bi hezaran mirov hatine qetilkirin." Wî anî ziman ku Elewîtî ji ber ku di seranserê dîrokê de nirxên wekhevî, azadî û jiyana hevpar parastiye, her tim bûye hedefa desthilatdaran.
Pîr Riza got, “Divê gora her şehîdekî bibe ziyaretgehek” û destnîşan kir ku ev nêzîkatî li dijî înkar û asîmilasyonê, tê wateya berxwedana bîrê ye.