Li Londonê ‘avakirina komînalê’ hate nîqaş kirin
Li Navenda Civaka Kurd a Londonê, civîna bi sernavê “Pêvajoya Avakirina Civaka Demokratîk û Geşedanên Siyasî yên Dawî” bi beşdariya bi sedan Kurdistanî hate lidarxistin.
Li Navenda Civaka Kurd a Londonê, civîna bi sernavê “Pêvajoya Avakirina Civaka Demokratîk û Geşedanên Siyasî yên Dawî” bi beşdariya bi sedan Kurdistanî hate lidarxistin.
Beşdarên civînê endamê Civaka Azad Baran Karakoçan, ji Tevgera Jinên Kurd Gulten Stêrk û sînemager-nivîskar Îlham Bakir bûn.
Di salona ku flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hatibûn daliqandin de, pankartên silavkirina Civaka Demokratîk cih girtin. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir û axaftina vekirinê ji aliyê Gülten Stêrk ve hat kirin. Stêrk piştî ku bal kişand ser giringiya civaka demokratîk û pêvajoya avakirina komunalîst, hemleya ji bo YPJ’ê hatî destpêkirin silav kir û got, “YPJ onura me ye, em ê heta dawiyê lê xwedî derkevin.”
Piştre Baran Karakoçan mafê axaftinê girt û bi bîranîna Şehîdên Meha Gulanê dest bi peyva xwe kir. Karakoçan bal kişand ku ligel rejîmên ku hêzên hegemon afirandine nêzî 30 sal in pêvajoyeke Şerê Cîhanê yê 3’emîn tê jiyîn û diyar kir ku li Îranê darvekirinên li dijî Kurdan û êrîşên rejîma mela gihîştine asteke ku êdî wekî tiştekî asayî tê dîtin.
Karakoçan têkildarî rewşa heyî ya Rojava nirxandin kirin û got ku bi pêşengiya Tirkiyeyê, hişmendiya Baasê di pratîka hikûmeta demkî de tê domandin. Karakoçan diyar kir ku zextên li ser zimanê Kurdî û YPJ’ê mînaka herî eşkere ya vê yekê ye û bi vê hişmendiyê li Sûriyeyê pêşketineke demokratîk zehmet e.
Karakoçan anî ziman ku pêşeroja bi refah a Sûriyeyê di rêveberiyên demokratîk û komunalîst de ye û destnîşan kir ku azadiya jinê şertê bingehîn ê azadiya civakî ye. Karakoçan gotina Rêber Apo ya “Heta jin azad nebe civak azad nabe” bi bîr xist û got: “Jiyana hevpar a gelan û xweparastin, tenê bi rêxistinkirina komunalîst û civaka demokratîk dikare bigihîje ewlehiyê. Çareserkirina şer, bêdadî û hilweşîna ekolojîk tenê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e. Berevajî vê, wekî ku li Sûriyeyê tê dîtin, her tim potansiyela nediyariyê û şer hildigire.”
Karakoçan bal kişand ser pêvajoya li Tirkiyeyê û got ku Tirkiye bi polîtîkaya “bisekine-bibîne” nêzîk dibe û pêvajoyê bi cidiyet nagire dest.
Karakoçan diyar kir ku banga Rêber Apo xwedî giringiyeke dîrokî ye û got: “Banga Rêber Apo û biryardariya wî, ji bo her kesî vîraja dawî ya beriya kendal e.” Karakoçan anî ziman ku li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên ji Koçgiriyê heta niha li ser gelê Kurd têne meşandin, berxwedana civaka demokratîk berdewam dike û tevgera azadiya Kurd tevî hemû zextan hebûna gelê Kurd di asta cîhanê de xuya kiriye.
TALAN DIDOME
Karakoçan destnîşan kir ku têkoşîn êdî derbasî qonaxeke nû bûye û got, “Êdî veguherîna têkoşîna me li ser avakirina jiyana azad e.” Karakoçan parast ku Tirkiye di nav civaka Kurd de bi rêya dejenerebûn û hevkariyê hilweşîneke civakî hedef digire û polîtîkayên talankirina xwezaya Kurdistanê jî berdewam dikin.
Karakoçan diyar kir ku berxwedana tê nîşandan dewleta tirk tengav kiriye û anî ziman ku Devlet Bahçeli bang li Rêber Apo kiriye û Rêber Apo jî bi rengekî erênî bersiv daye vê bangê. Karakoçan got Tevgera Azadiya Kurd bi rengekî “bi wêrekî” bersiv daye van bangan, lê dewleta Tirk ji gavên pratîkî yên li gorî cidiya pêvajoyê direve.
Karakoçan destnîşan kir ku hemû barê pêvajoyê nabe ku li ser milê Rêber Apo bê hiştin û got statuya Rêber Apo ya di vê pêvajoyê de hîn zelal nebûye. Karakoçan anî ziman ku bersiva herî bi hêz a li dijî gotinên xeraker ên li ser medya civakî û medyaya sereke yên li dijî tevger û saziyan, rêxistinkirina pratîkî ye; ew ê li London û Brîtanyayê bi avakirina komunan bersivê bidin gotinên li dijî tevgerê.
ENTEGRASYONA POZÎTÎF DIVÊ RAST BÊ FÊMKIRIN
Sînemager û nivîskar Îlham Bakir ku di bin sernavê ‘avakirina komînal’ de axivî, li ser avaniyên sosyolojîk ên Kurdên li Brîtanyayê dijîn nirxandin kirin. Bakir diyar kir ku têgihiştina sosyolojiya civaka Kurd a li Brîtanyayê dê ji bo komînalbûnê rê vebike û got Tevgera Azadiya Kurdistanê mayindebûna xwe deyndarê nermbûna xwe ya di mijara guherîn û veguherînê de ye. Bakir anî ziman ku Tevgera Azadiyê konjonktura gerdûnî û herêmî rast dixwîne û li gorî ruhê her serdemê pozîsyonê digire, lewma divê nêzîkatiya Rêber Apo ya “entegrasyona pozîtîf” rast bê fêmkirin. Bakir got, “Bêyî ku mirov asîmîle bibe, adaptasyonê pêş bixe, entegrasyona pozîtîf e.”
Bakir diyar kir ku divê li gorî qanûnên Brîtanyayê modelên komînalbûnê yên bersivê bidin hewcedariyên gel werin pêşxistin û anî ziman ku valahiyên ku sîstem nagihîjê, ji aliyê çete û nîzama heyî ve têne tije kirin. Bakir li ser neteweya demokratîk û komunalbûnê nirxandinên berfireh kirin û bang li gel kir ku ji bo rêxistinên komînal pêşengiyê bikin.
Civîna gel a ku bi beşa pirs û bersivan berdewam kir, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.