BI DÎMEN

KNK amadekariya serdema nû dike

Di civîna ku li Kloten a Swîsreyê hat lidarxistin de mijarên wekî di siyaseta Kurd de serdema nû, yekîtiya neteweyî û stratejiyeke hevpar hatin nîqaşkirin.

Di demeke ku di siyaseta Kurd de nîqaşên serdema nû tê kirin de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Navenda Çanda Kurd a Klotenê civîneke berfireh li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Swîsreyê, rojnamevan, nivîskar û rewşenbîr beşdarî civînê bûn.

Civîna ku ji her çar beşên Kurdistanê beşdarî çêbû, di bin rêveberiya endamên dîwanê Kejan Merîwanî, Hîwa Nasih û Gernas Koçer de dest pê kir.

Civîn di şexsê Yakub Kerîmpûr û Nasir Bekirzade yên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre sirûda neteweyî ya Kurd hat xwendin. Civîn bi zaravayên Kurmancî û Soranî hat birêvebirin.

Di nivîsa ku ji aliyê KNK’ê ve hatibû amadekirin de bal kişand ser pêwîstiya ji nû ve sazkirina siyaseta Kurd û pêşketinên li Rojhilata Navîn. Di nivîsê de wiha hat gotin: "Di demeke ku nexşeyên herêmê ji nû ve têne xêzkirin de ji bo Kurdan yekîtiya neteweyî pêwîstiyek e. Zimanekî hevpar, siyaseta hevpar, dîplomasiyeke hevpar û hêzeke parastinê ya hevpar sernavên bingehîn in."

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamus diyar kir ku biryarên di çarçoveya 100 saliya Peymana Lozanê de nehatin bicihanîn û rexnedayîna xwe da. Karamus wiha got, "Di demeke ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin de nabe ku Kurd parçe bimînin. Ji bo partî û saziyên siyasî yên ku li çar perçeyên Kurdistanê dixebitin, pêwîste ku yekîtiyê pêk bînin. Ev yek di heman demê de bendewariya gel e."

Endamê Komîteya Rêveber ê KNK û KCK’ê Zubeyir Aydar di axaftina xwe de bal kişand ser muzakereyên di navbera Rêber Apo û dewleta Tirk de tên kirin û diyar kir ku pêvajo bi qasî tê xwestin pêşve naçe. Aydar got, "Pêvajo bi temamî neqediyaye, lê heta niha gavên şênber nehatine avêtin."

Beşdarên ku di civînê de axivîn rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman û nirxandinên xwe yên derbarê serdema nû de pêşkêş kirin.