Karê civaka komînal li Swîsreyê dewam dike

Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê piştî banga "Civaka Demokratîk" a Rêber Apo karên jinûve avabûnê dewam dikin. Ji bo komîteya avakirinê semînereke perwerdeyê ya du rojan hate lidarxistin.

Piştî banga "Civaka Demokratîk" a ku Rêber Apo 27'ê Sibata 2025'an kir, saziyên Kurd ên li Swîsreyê karên xwe yên jinûve avakirinê dewam dikin.

Di çarçoveya vî karî de ku bi pêşengiya  Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) tê meşandin, ji bo komîteya avakirinê ya ji 35 kesan ku meha derbasbûyî hatibû avakirin, semînera perwerdeyê ya du rojan hate lidarxistin.

Di semînerê de li ser rê û rêbazên modela rêxistinbûna komînal a li Swîsreyê, tespîtkirina pêwîstiyên bingehîn ên Kurdistaniyan û rêxistiniya xwecihî nîqaş hate kirin.

Hevserokê CDK-S'ê Cemal Ozdemîr anî ziman ku bi banga Rêber Apo re pêvajoyeke nû ya guherîn û veguherînê destpê kir û nêzî 8-9 meh in li Swîsreyê ji bo fêhmkirina dema nû û avakirina modela rêxistinbûnê ya vê yekê kar tê meşandin.

Ozdemîr diyar kir ku komîteya avakirinê ya navendî li Swîsreyê bi 11 meclîsên xwecihî kar dike, wê di nava şeş mehan de ji bo diyarkirina pêwîstiyên bingehîn ên gel li qadê kar bike û serdana malbatan bike.

Hunermend Kawa Ûrmiye ku beşdarî perwerdeyê bû, diyar kir ku di dema nû de li qada çand û hunerê jî pêvajoya jinûve avabûnê di rojevê de ye.

Siyasetmedarê Kurd Siddik Batûr ku 30 salan girtî ma diyar kir ku dema nû guherîna rêxistinî û îdeolojîk ferz dike.

Batûr destnîşan kir ku ji niha û pê ve ew dixwazin modeleke komînal ava bikin ku bi giranî xwe dispêre daxwazên gel û ji jêrê ber bi jorê ve xwe bi rêxistin dike. Her wiha destnîşan kir ku ev kar jî wê çarçoveya qanûnên Swîsreyê de bê meşandin.