BI DÎMEN

Nobeta ‘Ji Rêber Apo re azadî’ ya Cenevreyê di hefteya 275’an de ye

Nobeta azadiyê ya ku li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê hatiye destpêkirin di hefteya 275’an de ye. Di çalakiyê de daxwaza naskirina statuya Rêber Apo û azadiya fîzîkî hat kirin.

Nobeta “Ji Rêber Apo re azadî” ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her hefte li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê ya Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 275’an de berdewam kir.

Kurdistanî û alîgirên wan beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Di axaftinan de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat dubarekirin.

Hefteya nû ya çalakiya nobetê di şexsê Sirri Sureyya Onder, Mehmet Karasungur (Xalit), Mûnzûr Zîlan (Esat Avci), Fîlîz Turgut, Berwar Gever (Aynûr Kirbaş) û hemû şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Hevberdevka FEDA’yê ya Swîsreyê Songul Aslan di axaftina xwe de diyar kir ku wekî Federasyona Elewiyan a Demokratîk her kesî bi rêzdarî silav dikin.

Di axaftinê de hat diyarkirin ku Terteleya Dersimê, pirsgirêka Elewiyan û pirsgirêka Kurd ji hev nayên veqetandin û divê Tirkiye di van mijaran de bi rabirdûya xwe re hevrû were. Di axaftinê de hat destnîşankirin ku polîtîkayên dewletê yên înkar û asîmîlasyonê berdewam dikin.

Songul Aslan ji bo çareseriya aştî û demokratîk banga diyalogê kir û got ku divê "mafê hêviyê" were naskirin, tecrîd were rakirin û statuya Rêber Apo tavilê were naskirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo çareseriyeke mayînde avêtina gavên demokratîk pir girîng e.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan û hat diyarkirin ku divê destkeftiyên bi taybetî li Rojava hatine bidestxistin werin naskirin.

Di dawiya çalakiyê de hat gotin ku aştî û demokrasî nayê paşxistin û bang li hemû gelan kir ku li ser bingeha wekhevî û azadiyê pêşerojek hevpar ava bikin.