BI DÎMEN

Li Atînayê bi deh hezaran kes li dijî bihabûnê û xespkirina mafan meşiyan

Li paytexta Atînayê di çalakiyên hemwext ên 1ê Gulanê de bi deh hezaran kes li dijî bihabûnê û xespkirina mafan meşiyan û piştgirî dan tevgera berxwedana Prosfygika ku li dijî krîza bicihbûnê hatiye destpêkirin.

Li paytexta Yewnanistna Atînayê 1’ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtinê bi girseyî hat pîrozkirin. Bi greva giştî re ku jiyan li bajêr rawestandiye bi deh hezaran karker li Qada Syntagma û li bee parlamentoyê kom bûn.

Girseya ku li ser banga sendîkayan di saetên serê sibê de kom bûn û bi daxwazên ji bo zêdekirina mûçeyan ûji nê ve pêkanîna peymana kar a komî meşiyan. Ji ber ku xizmetên metro û otobusan ji ber greva di sektora veguhastinê de hatin rawestandin, rêyên sereke bi xwepêşanderan tijî bûn.

Di xwepêşandanên îsal de yek ji daxwazên sereke ku derket pêş li dijî polîtîkayên esîlzadekirina pêkanîna “mafê bicihbûnê” bû.

BERXWEDANA PROSFYGIKA MEZIN DIBIN

Berxwedana li dijî valakirina avahiyên dîrokî yên Prosfygika li ser Bûlwara Alexandras tê meşandin di 1’ê Gulanê de ket qonaxek nû. Piştî Aristotelis Chantzis ku ji 5’ê Sibatê ve di greva birçîbûnê de ye, Suzon Doppange ragihand ku li ber parlementoyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.

Civaka Prosfygika pêşengiya meşên li dijî planên valakirinê de bû ku tê gotin ku dê bi qasî 400 kesan bêmal bihêlin, kirin. Xwepêşandêran daxwaza betalkirina biryara valakirinê, ji bo niştecihan misogerkirina ewlehiya xanî û li ser bengeha civakî û bê pere restoreya xaniyan bên kirin.

PEYAMA ‘BICIHBÛN MAF E'

Di meşê de dirûşmeyên “Bicihbûn mafek e, nayê firotin" û "Berxwedana Prosfygika ji bo me hemûyan e" hatin berzkirin. Nûnerên sendîkayan diyar kirin ku têkoşîna ji bo mafên karkeran û têkoşîna ji bo parastina qadên jiyanê bi hev ve girêdayî ne.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya kesên ketine greva birçîbûnê krîtîk e. Her wiha komên hevgirtinê banga diyalogê ê çareseriyê li hikûmetê kirin. Çalakiyên 1’ê Gulanê yên li Atînayê bi forumên li ber parlamentoyê berdewam kirin.