Li Swîsreyê Meşên 1’ê Gulanê: Çareserî di Sosyalîzma Demokratîk de ye

Di meşên 1’ê Gulanê de ku li bajarên Swîsreyê hatin lidarxistin, Kurdistaniyan bal kişandin ser pergala kapîtalîst ku ji bo dewlemendan hîn dewlemendtir bike şeran dimeşîne

Roja Ked û Piştevaniyê ya 1’ê Gulanê, li bajarê Lugano yê ser bi kantona Ticino ya Swîsreyê bi meşekê hat pîrozkirin. Çalakiya ku bi dirûşma “Ne kedkarî, ne cudakarî” hate lidarxistin, gelek kes beşdar bûn.

Girseya ku li Meydana Campo Marzio kom bû, heta Meydana Manzoni meşiya. Endamên DEM-KURD Ticino jî beşdarî meşê bûn û di meşê de ligel pankart û alên têkildarî Rojava, posterên Rêber Apo hatin hildan.

Di dema çalakiyê de dirûşmên “Bijî Yek Gulan”, “Viva Rojava, Viva Kurdistan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

BASEL

Li Kantona Baselê, sendîka, antî-kapitalîst û dijberên şer ji bo Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê li Messeplatzê kom bûn û bi kortejekê heta Barfüsseplatzê meşiyan. Kurdistaniyên ku li Basel, Weil û Saint-Louisê dijîn jî di çalakiyê de cih girtin. Çalakî piştî konsera li Barfüsseplatzê bi dawî bû.

ST. GALLEN

Li bajarê St. Gallenê ji ber Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê meşek hate lidarxistin. Meşa ku ji aliyê gelek saziyên civakî ve hate organîzekirin, bi sedan kes tevlî bûn. Girseya ku li Grabenhalle kom bû, ji wir ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kir. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a St. Gallenê, SP, Keskan û komên antî-kapîtalîst bi pankartên xwe di kortejê de cih girtin. Di dema meşê de gelek caran dirûşmên "Bijî Yekê Gulanê" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin. Piştî meşê ku li Grabenhalle bi dawî bû, nûnerên saziyên cuda daxuyani dan.

Nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Kerem Uçar bi almanî axivî û destnîşan kir ku li hemberî pergala kapîtalîst rizgarî bi awayekî ferdî ne pêkan e. Uçar diyar kir ku perspektîfa sosyalîzma demokratîk a Rêber Apo modela bingehîn a çareseriyê ye. Uçar anî ziman ku pergala kapîtalîst ji bo dewlemendan hîn dewlemendtir bike şeran dimeşîne û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.

LUZERN

Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê li Luzernê jî bi meşeke girseyî hate pîrozkirin. Di çalakiya ku bi beşdariya saziyên Swîsreyî û koçberan li Helvetiaplatzê dest pê kir de, Kurdistanî jî bi reng û daxwazên xwe cih girtin. Li ser navê saziyan daxuyaniyek hate dayîn û peyama piştevaniyê ya ku ji Rojava hatibû şandin hate xwendin. Di peyamê de bal hate kişandin ser ked, azadî û têkoşîna hevpar a gelan û girîngiya piştevaniya navneteweyî hate derxistin pêş. Piştî xwendina peyamê, girse bi dirûşman dest bi meşê kir. Di dema meşê de li dijî kedxwariya kapîtalîst, polîtîkayên şer û zextên li ser gelê Kurd bertek hatin nîşandan. Piştî meşê, çalakî li Helvetiaplatzê bi guhdarîkirina muzîkê berdewam kir. Her wiha standa xwarinê ya ku ji aliyê Komeleya Çanda Kurd ve hatibû vekirin, rastî eleqeyeke mezin hat.

LOZAN

Li Lozanê di çarçoveya çalakiyên 1’ê Gulanê de, gelê Kurd û hêzên enternasyonal li Meydana Riponne hatin cem hev. Di daxuyaniyên çapemeniyê de ku li qada kombûnê hatin dayîn, neheviyên gerdûnî, polîtîkayên şer û kedxwariya kedê bi tundî hatin rexnekirin. Piştî daxuyaniyan, girse bi dirûşm û pankartan ber bi Meydana Montbenonê ve meşiya. Di dema meşê de bal hate kişandin ser piştevaniya enternasyonal, azadiya jinê û têkoşîna ekolojîk.

Baysal Yoyler li ser navê Komeleya Çanda Kurd axivî û bal kişand ser hilweşîna ku modernîteya kapîtalîst afirandiye. Yoyler diyar kir ku di cîhana îro de rêveber qanûnên xwe li ser civakan ferz dikin û anî ziman ku lêgerîna "kara herî zêde" nirxên hevpar ên mirovahiyê xira dike. Yoyler destnîşan kir ku ferdperestî û xweperestî kûr bûye, hilweşîna ekolojîk jî jiyanê dixe bin metirsiyeke mezin; ne civak û ne jî xweza êdî nikarin li ber vê pergala kedxwariyê rabirin.

Yoyler diyar kir ku avakirina jiyaneke demokratîk, komunnal, wekhevparêz û ekolojîk ferz e û destnîşan kir ku riya gihîştina vê armancê, bi mezinirina yekîtî û piştevaniyê di ruhê 1’ê Gulanê de derbas dibe. Yoyler anî ziman ku divê têkoşîna hevpar a karker, jin û gelên bindest bê birêxistinkirin û got ku Kurdistan xwedî wê potansiyelê ye ku pêvajoya wêranker a li Rojhilata Navîn biguherîne.

Di axaftinê de her wiha hate destnîşankirin ku têkoşîna karkeran tenê bi daxwazên aborî sînordar nîne; li dijî zextên li ser jinan, talankirina jîngehê, dijberiya penaberan û zextên çandî jî xeteke berxwedanê ava dike. Hat diyarkirin ku perspektîfa sosyalîzma demokratîk a ku azadiya jinê di navenda xwe de digire, di roja me ya îro de berdewamiya mîrasa dîrokî ya 1’ê Gulanê ye. Piştî meşê, bernameya 1’ê Gulanê li Meydana Montbenonê bi konser û çalakiyên cuda di nava rojê de berdewam kir.