Li Hamburgê bi deh hezaran daketin kolanan
Li Hamburgê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi beşdariya bi deh hezaran kedkaran meş û mitîngeke bi coş hat pîrozkirin.
Li Hamburgê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi beşdariya bi deh hezaran kedkaran meş û mitîngeke bi coş hat pîrozkirin.
Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi beşdariya deh hezaran karkeran bi coş hate pîrozkirin. Meş li îstasyona trênê ya Altona/Ottensen a Hamburgê dest pê kir.
Kurdistanî bi al û pankartên xwe beşdarî meşê bûn. Meşa ku gelek partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên çepgir ên Tirkiyeyî û sazî beşdarî meşê bûn. Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser şerên li çaraliyê cîhanê ku herî zêde bandorê li jiyana karkeran dikin.
Di axaftinan de li ser pêwîstiya xurtkirina eniya karker a yekgirtî ya li dijî van polîtîkayan rawestiyan. Meşa 1’ê Gulanê bi mîtînga li bazara masiyan a Hamburgê bi dawî bû.