FEDA û DAKB'ê ji bo 1'ê Gulanê bang kirin
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) bal kişandin ser girîngiya azadiya ked, wekhevî û baweriyê û bang li kedkaran hemûyan kirin ku dakevin qadan.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) bal kişandin ser girîngiya azadiya ked, wekhevî û baweriyê û bang li kedkaran hemûyan kirin ku dakevin qadan.
FEDA û DAKB'ê beriya 1'ê Gulanê daxuyaniyeke hevpar dan û bang kirin ku bi daxwazên azadiya ked, edalet, wekhevî û baweriyê têkoşîneke berfireh bê meşandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 1'ê Gulanê ne tenê rojeke kedê ye, di heman demê de nîşaneya piştevanî û û sekna li dijî zilmê ye û hate gotin, bi feraseta "Ked nirxê herî pîroz e" li dijî pergala mêtinger têkoşîneke hevpar divê bê meşandin.
Bi dewamî hate ragihandin ku kedkar di serdema heyî de di nava mercên giran ên kar, mûçeyê kêm û bihabûna jiyanê de neçar hatine hiştin û işaret bi tundiya li kedkarên tenduristî û perwerdeyê hate kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku paşeroja ciwanan nediyar bûye, keda jinê tê xwarin û kedkar bêhtir xizan bûne.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku mafên baweriyê yên Elewiyan nehatiye naskirin, statuyeke fermî ji cemxaneyan re nehatiye dayin û cihêkarî dewam dike. Hate destnîşankirin ku têkoşîna welatîbûna wekhev a Elewiyan parçeyekî 1'ê Gulanê ye.
FEDA û DAKB'ê diyar kir ku tenê bi avakirina civakeke demokratîk û aştiyane karker dikarin 1'ê Gulanê bi rengekî azad pîroz bikin û di vê çarçoveyê de işaret bi girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî, pitşevanî û yekîtiyê kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li kedkaran hate kirin ku dakevin qadên 1'ê Gulanê.