BI DÎMEN

Kurdên li Marsîlyayê bi girseyî beşdarî mîtîngên 1’ê Gulanê bûn

Li Marsîlyayê bi deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bûn; Kurd bi awayekî xurt cihê xwe di meşê de girt.

Kurdên li Marsîlyayê bi xurtî beşdarî pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê bûn. Kedkarên Kurd ji saetên serê sibê ve cihê xwe di meşê girtin, daxwazên xwe ji bo mafên ked, azadî û demokrasiyê anîn ziman.

Bi deh hezaran kes li navenda pîrozbahiyê Vieux-Portê kom bûn. Ji bilî sendîkayên karker, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Fransî, saziyên Kurd jî beşdarî meşê bûn. Kurdan bi posterên Rêber Apo al û pankartan bal kişandin û dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî” berz kirin.

Di meşê de belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin û dirûşmeyên "Bijî Yek Gulan" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin. Bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya 1’ê Gulanê û têkoşîna kedê û daxwaza cîhanek dadmend, wekhev û azad hat kirin.

Pîrozbahî li Qada Vieux-Port bi stranên Kurdî û gerandina govendê berdewam kir. Pîrozbahî piştî bernameyek ku tevahiya rojêberdewam kir, bi dawî bû.