Li Brukselê coşa cejna 1'ê Gulanê

1'ê Gulanê Roj û Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê li paytext Brukselê bi coşeke mezin hate pîroz kirin.

Îsal jî weke her car bi boneya salvegera 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê, bi beşdariya hezaran kesan, ji welat û parzemînên cihêreng ji bo pîrozkirina vê rojê li hev kom bûn. Beşek ji kurdistaniyan jî bi al, reng û dengê xwe beşdarî meşa pîrozbahiyê bûn. 

Her wiha li ser navê NAV-BEL'ê daxuyanî hate xwendin ku naveroka xwe wiha ye: "Sîstema kapîtalîst nirxên mirovahiyê ji nav birine, ferdperestî kûr kiriye û bi hilweşandina ekolojiyê re jiyan aniye ber kendalê. Li şûna vê, pêdivî bi avakirina jiyaneke demokratîk, civakparêz, wekhevxwaz û ekolojîk heye. Dewletên wekî Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye di qeyraneke kûr de ne û nekarîne gelê Kurd bêdeng bikin. Gelê Kurd li her çar parçeyan li benda çareseriyeke aşitiyane ne. Naskirina rastiya Kurd dikare rê li ber demokratîkbûn û aramiya Rojhilata Navîn veke. Tevî pêşbirka çekdarî ya dewletan, Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd stratejiya siyaseta demokratîk derxistine pêş. Aşitiya di navbera gelê Kurd û dewleta Tirk de dikare hêviyê bide tevahiya herêmê."

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku li dijî modernîteya kapîtalîst hevalbendiyeke navneteweyî ya bindestan were avakirin.

Kurdistaniyan jî weke her gel an neteweyî bi rakirina al û sembolên Kurdan, li ber stranên Kurdî di tevahiya meşê de cih girtin. Her wiha di nava guzergeha meşê de li ser navê NAV-BEL jî gelek belavok hatin belav kirin.

Her wiha di nava meşê de jî bê navber dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Serok Apo", "Gelê Kurd yeke" hatin avêtin.

Çalakvanan danê nîvro di saet 14:00'an de li qada Saint Gilles kom bûn, piştî daxuyaniyên sazî û dezgehên beşdarbûyî, meşvanan di nava kolanên paytexta Belçika Brûkselê de nêzî du seetan meşiyan.