BI DÎMEN

Bakirhan li Parîsê serdana Komeleya Asûrî-Keldaniyan kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo rêze hevdîtinan li Parîsê ye, serdana Komeleya Asûrî-Keldaniyan kir û li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nêrînên xwe parve kir.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li paytexta Fransa Parîsê ye, di saetên êvarê de serdana Komeleya Asûrî-Keldaniyan li Fransayê kir.

Di şandeyê de Hevseroka Giştî yê DEM Partiyê, Parlamenter Sumeyye Boz û nûnerên DEM Partiyêên Ewropayê cih girtin.

Şandeya DEM Partiyê ji aliyê Serokê Komeleya Asûrî-Keldaniyan Îsa Yaramiş û rêveberên komeleyê ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de nêrînên li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatin parvekirin.

Bakirhan diserdanê de axivî û bi bîr xist ku Kurd, Asûrî-Keldanî û Suryanî bi sedsalan e bi hev re dijîn. Bakirhan diyar kir ku ew ê ji bo gelên kevnar ên wekî Asûrî-Keldanî yên ku dixwazin vegerin ser axa xwe bixebitin û anî ziman ku şaredariyên DEM Partiyê wê di vî warî de rola xwe bilîzin.

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê ji bo her kesî hawîrdorek aram û ewle biafirîne.

Serokê Komeleyê Îsa Yaramiş jî diyar kir ku ew dixwazin vegerin ser axa xwe û got, “Çavên civaka Asûrî-Keldanî li ser serkeftina vê pêvajoyê ne.”

Şandeya DEM Partiyê di nav rojê de li Qesra Elysee û Wezareta Karên Derve jî hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinan de bi nûnerê Serokkomar Emmanuel Macron ê Tirkiye û parzemîna Ewropayê re û her wiha bi rayedarên Wezareta Karên Derve re civiyan.