Ji saziyên Ewropayê ji bo Tirkiyeyê nameya ‘demokrasiya herêmî’

Raportorên saziyên Ewropayê, di nameyeke vekirî de fikarên xwe yên derbarê demokrasiya herêmî ya li Tirkiyeyê anîn ziman û destnîşan kirin ku girtina nûnerên hilbijartî zirarê dide pêvajoya demokratîk

Raportorên saziyên Ewropayê, di serî de Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), Parlamentoya Ewropayê û Komîteya Herêman a Ewropayê, derbarê rewşa demokrasiya herêmî ya li Tirkiyeyê ji Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Mustafa Çiftçi re nameyeke vekirî şandin.

Di nameya ku bi îmzeya raportorên MPKE’ê Lord David Blencathra û Yves Cruchten, raportora Kongreyê Bryony Rudkin, raportorê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sánchez Amor û Seroka Koma Kar a Tirkiyeyê ya Komîteya Herêman a Ewropayê Jelena Drenjanin hatî weşandin de, hat diyarkirin ku girtina şaredarên hilbijartî wê bandoreke neyînî li demokrasiya herêmî bike.

Di nameyê de ev îfade cih girtin:

"Wekî Raportorên Tirkiyeyê yên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Kongreya Desthilatdariyên Herêmî û Herêmî ya Konseya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê û her wiha Seroka Koma Kar a Tirkiyeyê ya Komîteya Herêman a Ewropayê; em rewşa li Tirkiyeyê ku yek ji endamên herî kevin ên Konseya Ewropayê û welatekî berbijarê Yekîtiya Ewropayê ye, ji nêz ve dişopînin.

Hevkariya me ya bi Tirkiyeyê re li ser nirxên me yên hevpar ên wekî demokrasî, mafên mirovan û serweriya qanûnê ava bûye; ev nirx bingeha têkiliyên me yên berdewam pêk tînin.

Ji ber vê yekê, em vê nameya hevpar ji we re dinivîsin da ku fikarên xwe yên hevpar ên derbarê geşedanên dawî yên ku bandorê li demokrasiya herêmî ya li welatê we dikin bînin ziman û nîqaş bikin ka em dikarin ji bo derbasbûna van pirsgirêkan çawa bi we re hevkariyê bikin.

Bi taybetî, em dixwazin bidin zanîn ku di 23yê Adara îsal de, dema girtina Şaredarê Stenbolê û Serokê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê Ekrem İmamoglu ketiye sala xwe ya duyemîn. Her wiha, gelek nûnerên din ên herêmî yên hilbijartî yên girêdayî mûxalefetê jî li Tirkiyeyê demeke dirêj e girtî ne. Wekî ku di rapora Komîsyona Ewropayê ya ji bo Demokrasiya bi Riya Hiqûqê (Komîsyona Venedîkê) ya 24ê Cotmeha 2025an de (CDL‑AD(2025)045‑e) hatiye destnîşankirin; heke rewşa girtina şaredarên hilbijartî mercên di xala 5emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de neyên cih, ev rewş wê bandoreke neyînî li demokrasiya herêmî bike. Rewşa heyî, mafê hilbijêran ê bi azadî hilbijartina nûnerên xwe binpê dike û bi giştî demokrasiyê qels dike. Me bi rêya diyaloga siyasî ya ku bi meqamên Tirk re dimeşînin, fikarên xwe yên derbarê van mijaran de bi awayekî sîstematîk anîne ziman.

Em di mijara xurtkirina demokrasiya herêmî ya li Tirkiyeyê de bi biryar in; bi taybetî di çarçoveya pabendbûna bi prensîbên bingehîn ên wekî demokrasî, dad û mafên mirovan û mijara girtina nûnerên hilbijartî de, em dubare dikin ku em amade ne vê diyalogê bidomînin. Em amade ne ku piştgiriyeke zêdetir bidin Tirkiyeyê da ku wekî endamekî Konseya Ewropayê û şirîkê stratejîk ê Yekîtiya Ewropayê, berpirsiyariyên xwe yên demokratîk bîne cih.

Em bawer dikin ku bi dest girtina van zehmetiyên berdewam bi awayekî hevpar, em dikarin di parastina prensîb û nirxên demokratîk ên li Tirkiyeyê de, ji bo berjewendiya hem welatiyan û hem jî civaka berfireh a Ewropayê, pêşketinên berçav û domdar bi dest bixin.

Di bin ruhê hevkarî û berpirsiyariya hevpar de, em li bendê ne ku hevkariya me berdewam bike."