BI DÎMEN

Li Gelsenkirchenê şeva piştgiriya bi DKSV'ê re

Li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê di şeva piştevaniyê de piştgirî ji DKSV'ê re hate dayin. Di çalakiyê de işaret bi rola sporê ya ji bo piştgiriyê û xurtkirina tevna çandî hate kirin.

Li bajarê Gelsenkirchenê şeva piştgiriyê ya bi DKSV (Kulûba Sporê ya Elman-Kurd) hate lidarxistin. Şeva piştgiriyê li salona Partiya Marksîst-Lenînîst a Elmanyayê pêk hat û gelek hunermend, siyasetmedar û nûnerên civaka sivîl beşdar bûn.

Hate ragihandin ku di bin sîwana DKSV'ê de ya li bajarê Essenê tîmên mêr, jin û zarokan ên SV Mesopotamia hene û işaret bi avaniya pir çandî ya kulûbê hate kirin.

Şeva piştgiriyê bi deqeya rêzgirtinê destpê kir. Piştre nûnerê DKSV'ê Firat Akkûş axivî û bi bîr xist ku kulûb sala 2018'an ava bû û spasiya piştevanan kir.

Seroka Giştî ya MLPD'ê Gabi Fechtner li çalakiyê axivî û polîtîkayên krîmînalîzasyonê yên li Elmanyayê yên li dijî Kurdan rexne kir.

Di şeva piştgiriyê de nûnerê KOMAW'ê Cemîl Gultekîn, Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akçay û parlamentera berê ya HDP'ê Nûrsel Aydogan axivîn û qala rola sporê ya ji bo xurtkirina piştevanî, dostanî û aştiyê ya navbera gelan kirin.

Bernameyê bi muzîk û helbestan dewam kir. Hunermendên xwecihî û hunermendên TEV-ÇAND'ê derketin ser dikê û beşdaran jî li ber stranên wan govend gerandin.

Şev bi konserê bi dawî bû û beşdaran piştgiriya xwe ya ji bo DKSV'ê dubare kirin.