Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li paytexta Fransa Parîsê ye, li Qesra Elysee û Wezareta Karên Derve re civiya.
Şandeya ku Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz û nûnerên Ewropayê yên DEM Partiyê jî di nev de hebûn bi Serşêwirmendê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ê Tirkiye û parzemîna Ewropayê Bertrand Buchwalter û rayedarên Wezareta Karên Derve re civiya.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî civînê ji Medya Haberê re axivî.
Bakirhan diyar kir ku di hevdîtinan de derbarê pêvajoyê de danûstandin kirine û got, "Me nîqaş kir ku Fransa çawa dikaretevkariya pêvajoya li Tirkiyeyê bike û dikare roleke çawa bilîze û ji bo Sûriye bi destûreke demokratîk tacîdar bibe, Kurd bikaribin bi maf û azadiyên xwe yên demokratîk di nav pergaleke nenavendî de bijîn."
‘HEMÛ PARTÎ PIŞTGIRIYÊ DIDIN PÊVAJOYÊ’
Bakirhan destnîşan kir ku pêvajo hêdî hêdî pêşve diçe û got, "Zemînek baş ji bo pêşveçûnê heye. Piştgiriya giştî ji bo pêşveçûna pêvajoyê zêde dibe. Partiyên siyasî, tevî rexneyên xwe jî piştgiriyê didin pêvajoyê. Ez bawer dikim ku pêvajo dê pêş bikeve. Hemû hewldanên me ber bi vê yekê ve ne."
'DESTHILAT WÊ HEYA DAWIYA GULANÊ NEXŞERÊYEKÊ PÊŞKEŞ BIKE'
Tuncer Bakirhan anî ziman ku DEM Partî derbarê pêvajoyê de pêşnûmeyek amade kiriye û wiha berdewam kir: “Ji ber ku desthilat derbarê bê wê çi bike de pêşnûmeyek pêşkêş nekiriye, me bi raya giştî re parve nekiriye.”
Bakirhan destnîşan kir ku ew li bendê ne ku desthlat heta dawiya Gulanê nexşerêyekê pêşkêş bike û got, "Em dixwazin bawer bikin. Bê guman, derxistina qanûnek taybet girîng û hêja ye. Derxistina qanûnek taybet wê were wateya ku qonaxa yekem a pêvajoyê bêyî qeza û belayê temam bibe. Piştî vê yekê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê em ê bi beşên çepgir, sosyalîst û demokrasîxwazên Tirkiyeyê re têkoşînê bidomînin."