BI DÎMEN

Salih Muslim û şehîdên Rojhilat li Sydneyê hatin bîranîn

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Salih Muslim, her wiha Xezal Mewlan û hevalên wê yên di êrişên rejîma Îranê de şehîd bûn, bi rengekî girseyî hatin bîranîn.

Hevjîn û hevrêya şehîd Salih Muslim Eyşe Efendî bi rêya Zoomê beşdarî bîranînê bû, spasiya gel kir û peyama yekîtiya neteweyî da.

Hevserokê Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstralyayê Brûsk Ayveri li bîranînê axivî û anî ziman ku bersiva herî bi wate ya ji bo Salih Muslim û şehîdên Rojhilat pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd e.

Avyeri got, "Li ser bingeha banga Rêber Apo bi yekîtiya neteweyî ya Kurd a demokratîk helwest li dijî êrişên mêtingeran dikare bê nîşandan. Em bi vî rengî dikarin hêjayî bîranîna şehîdê xwe yê mezin Salih Muslim û Xezal Mewlanan bibin."

Hevjîn û hevrêya şehîd Salih Muslim Eyşe Efendî jî spasiya gelê Kurdistanê kir ku xwedî li Salih Muslim derket û êşa wan parve kir.

Eyşe Efendî got, "Weke gel me bi berdêlên gelekî giran destketî bi dest xistin. Xwedîderketina li van nirxan ku bi xwîna bi deh hezaran şehîdan û keda bi milyonan mirovî hatin afirandin, bi yekîtiya neteweyî dibe. Yekîtiya neteweyî ji bo me Kurdan ji bo parastina hebûnê nebe nabe."

Endamê KNK'ê yê ji Başûrê Kurdistanê Serbest Fetah jî Salih Muslim û şehîdên Rojhilat bi bîr anî û işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd kir.

Fetah got, "Di rastiya Kurdistanê de ku ji aliyê çar hêzên mêtinger ve hatiye dagirkirin û dorpêçkirin, yekane rêya rizgariyê yekîtiya neteweyî ye."

Endamê PEN a Awûstralyayê Mansûr Razaghi yê ji Rojhilatê Kurdistanê jî di şexsê Salih Muslim û Xezal Mewlan de şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi bîr anî û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî.

Razaghi got, "Şehîdên me yên li çar parçeyên Kurdistanê nirxên me yên hevpar in. Yekane rêya hêjayîbûna ji bîranînên wan re, afirandina paşerojeke azad û bi rûmet e ku wan di oxira wê armancê de canê xwe dan."