Kurdistaniyên Cenevreyê ji bo 1’ê Gulanê daketin kolanan
Kurdistanî û rêxistinên cuda yên beşdarî meşa 1’ê Gulanê ya Cenevreyê bûn, bal kişandin ser girîngiya ked, azadî û hevgirtina navneteweyî.
Kurdistanî û rêxistinên cuda yên beşdarî meşa 1’ê Gulanê ya Cenevreyê bûn, bal kişandin ser girîngiya ked, azadî û hevgirtina navneteweyî.
Li Cenevreya Swîsreyê bi beşdariya Kurdistanî û rêxistinên cûda ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê meşek hat lidarxistin. Meş ji Qada Place Lise Girardin dest pê kir û heta Parc des Bastions berdewam kir.
Li Parka Bastionsê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê Kurdistaniyan Hêlîn Saglam bi zimanê Fransî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 1’ê Gulanê ne tenê rojek pîrozbahiyê ye, di heman demê de sembola berxwedan û destkeftiyên dîrokî yên çîna karker e.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşîna li dijî mêtingerî, bê ewlehî û newekheviya ku ji hêla pergala kapîtalîst ve hatî afirandin berdewam dike û gelê Kurd bi salan e li hember zilm û tundiyê li ber xwe dide. Bal kişandin ser têkoşîna li dijî faşîzm, zayendperestî û nijadperestiyê.
Di daxuyaniyê de bal kişand ser modela li Rojava û hat destnîşankirin ku hewl tê dayîn ku pergalek li ser bingeha demokrasiya rasterast, rizgariya jinan û ekolojiyê were avakirin.
Di daxuyaniyê de li ser girîngiya hevgirtina navneteweyî rawestiya û ji bo girtiyên siyasî û jinên li ber xwe didin banga hevgirtinê hat kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yek ji amûrên herî bibandor ên têkoşînê ji bo çîna karker grev e û banga rêxistinbûn û têkoşîna hevpar hat dubarekirin.
Çalakî piştî daxuyaniyê bi pêşandaneke folklora Kurdî bi dawî bû.