BI DÎMEN

Li Mannheimê Konferansa Demokrasî, Dadwerî û Aştiya Civakî hat lidarxistin

Di konferansa ku li bajarê Mannheim ê Elmanyayê hat lidarxistin de, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl mijarên wekî demokrasiya li Tirkiyeyê, pêvajoya aştiyê, tayînkirina qeyûman û daxwazên civaka Elewî nîqaş kirin.

"Konferansa Demokrasî, Dadwerî û Aştiya Civakî" ya ku di 29’ê Adara 2026’an de ji aliyê Cemxaneya Mannheimê ve hat organîzekirin, bi beşdariya siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatiyan pêk hat. Konferans bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.

Di konferansê de mijarên sereke; demokrasî, dewleta hiqûqê, pêvajoya aştiyê, tayînkirina qeyûman û daxwazên civaka Elewî bûn. Axivêran geşedanên siyasî yên rojane bi awayekî berfireh nirxandin.

Piştî axaftina vekirinê ya Ertan Kurt, di beşa silavkirinê de Haydar Aslan, Faysal Sarıyıldız û Hasan Ordek cih girtin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser şerên li Ukrayna û Sûriyeyê û bandora geşedanên herêmî hatin nirxandin. Her wiha desteserkirina şaredariyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û operasyonên qirkirina siyasî hatin rexnekirin; daxwaza demokrasî û aştiyê hat dubarekirin.

Moderatorê konferansê Ozkan Mat got: "Sozê me heye; em li aliyê qencî, aştî û berxwedanê ne. Em ji bo nîşandana helwestekê li vir in. Divê em bi hev re pêşeroj û demokrasiyê ava bikin."

Serokê Cemxaneya Mannheimê Barış Yılmaz diyar kir ku hewcedariya herî mezin a Tirkiyeyê diyalog û demokrasî ye û destnîşan kir ku divê serweriya hiqûqê û dadwerî ji bo her kesî be. Yılmaz bal kişand ser daxwazên hemwelatiya wekhev û azadiya baweriyê ya civaka Elewî û derbarê projeya nû ya Cemxaneya Mannheimê de agahî dan.

Hevserokê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê Huseyin Mat anî ziman ku şerên mezhebî li Ewropayê piranî li paş mane. Mat got ku li Tirkiyeyê têgihîştina hemwelatiya wekhev nehatiye pêkanîn û bi taybetî Kurd û Elewî rastî cudakariyê tên.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogulları destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman li dijî makeqanûnê ye û xwest ku şaredar vegerin ser wezîfeya xwe. Hatimogulları bang kir ku girtiyên siyasî, bi taybetî yên Doza Kobanê bên berdan û daxwaza azadiyê ji bo Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag kir.

Hatimogulları her wiha qala pêvajoya aştiyê kir û got divê ev pêvajo bi pêş ve bibe. Hevseroka Giştî bal kişand ser pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin û diyar kir ku pîrozbahiyên Newrozê hêviya aştiyê xurt kiriye. Hatimogulları daxwaz kir ku cemxane wekî cihên îbadetê bên naskirin û bang li dijî tundiya ser jinan kir.

Parlamenterê Enqereyê yê CHP’ê Umut Akdogan jî bal kişand ser neçariya jiyana hevpar a beşên cuda yên civakê û banga yekîtî û demokrasiyê kir. Akdogan yekdestiya medyayê, siyasîbûna darazê û polîtîkayên ewlehiyê rexne kir.

Konferans bi peyamên ku "demokrasî, dadwerî û aştiya civakî tenê bi têkoşîna hevpar a nasname û baweriyên cuda pêkan e" bi dawî bû.