Li Ravensburgê bîranîna 'Hefteya Lehengiyê' hate lidarxistin
Li bajarê Ravensburg ê Elmanyayê bîranîna 'Hefteya Lehengiyê' hate lidarxistin û îşaret bi geşedanên herêmî û girîngiya rêxistinbûnê hate kirin.
Li bajarê Ravensburg ê Elmanyayê bîranîna 'Hefteya Lehengiyê' hate lidarxistin û îşaret bi geşedanên herêmî û girîngiya rêxistinbûnê hate kirin.
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Ravensburg ê Elmanyayê, di çarçoveya "Hefteya Lehengiyê" de çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Pîro Koçgirî di bîranînê de axivî û bal kişand ser geşedanên dawî. Koçgirî têkildar rewşa li Îran û Rojava nirxandin kir û bersiv da pirsen beşdaran.
Axaftvanên din ên çalakiyê û xizmek şehîdekî bal kişandin ser girîngiya sazîbûn û rêxistinbûna komunal. Di axaftinan de îşaret bi rola meclis û komunan a di pêvajoya avakirinê de û diyarkirin ku mezinkirina mîrateya şehîdan hem berpirsyariyeke wîjdanî hem jî rêxistinî ye.
Bîranîn bi nirxandinan dewam kir.