Li Mulhouseê bîranîna şehîd Cihan Xorto û Hefteya Lehengiyê
Li bajarê Mulhouse ê Fransayê, bi boneya şehîd Cihan Xorto û Hefteya Lehengiyê bernameyeke bîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Mulhouse ê Fransayê, bi boneya şehîd Cihan Xorto û Hefteya Lehengiyê bernameyeke bîranînê hat lidarxistin.
Nêzîkî 100 Kurdistanî beşdarî bîranîna ku li Komeleya Çanda Kurd a Mulhouseê pêk hat bûn.
Bername bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Paşê di axaftinan de bal kişandin ser wate û girîngiya rojê; di şexsê Mazlum Dogan û Mahsum Korkmaz de hemû şehîdên azadiyê hatin bibîranîn.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku ruhê fedaî yê kadroyên avaker û fermandarên yekem ên PKK’ê, ku wekî meşa mezin a dawî ya gelê Kurd tê nirxandin, dê heta Kurdê dawî bi biryardarî were domandin.
Hat diyarkirin ku bi taybetî dayika şehîd Cihan Xorto û gelek Kurdistanî bi girseyî beşdarî bîranînê bûne.
Siyasetmedar Zulkuf di bernameyê de axivî û behsa pêvajoya derketina tevgera azadiyê û jiyana şehîdan kir. Her wiha Zulkuf bersiva pirsên beşdaran ên derbarê pêvajoya siyasî ya dawî de da.
Di bernameya bîranînê de sînevîzyonek jî hat nîşandan. Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.