BI DÎMEN

Bayindir di Newroza Marsilyayê de ye: Newroza azadiyê ye, em ê bê statu pîroz nekin

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku di pîrozbahiya Newroza Marsîlyayê de bang li hezaran kesan kir wiha got, "Newroz, Newroza azadiyê ye. Em ê bêyî statu û azadiya xwe pîroz nekin."

Li bajarê Marsilya yê Fransayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê, Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, Federasyona Başûrê Fransayê û hemû pêkhateyan ve li Parc De la Ravelleyê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin û bi hezaran kes tevlî bûn. Pankarta, “Emê civaka demokratik, bi felsefeya Jin jiyan Azadî ava bikin” li dikê hate daleqandin. Li cihên cüda ên qadê wêneyên Şehîdên Azadiya Kurdistanê, pankartên "Newroz pîroz be" û wêneyên Rêber Apo hatin daleqandin. Li qadê standên cuda ên xwarin û vexwarinan hate danîn û girseyê bi cil û bergên gelerî tevlî bûn. Li qadê timî govend hate gerandin. Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdan destpê kir û dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî”, “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e” û “Newroza Rêber Apo pîroz be” hatin berzkirin. 

Hevseroka Federasyona Başûrê Fransayê Çîgdem Yildirim di pîrozbahiyê de axivî û got, "Hûn bi xêr hatin Newroza 2026'a a Marsîlyayê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û yekîtiya Kurd a demokratik." Yildirim anî ziman ku Newroz îradeya jiyana azad e û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re anî zaman. 

'EM JIYANA BÊYÎ STATU NAXWAZIN'

Hevserokê Federasyona Başûrê Fransayê Yilmaz Serhat jî cejna Newrozê ya tevahiya gelê Kurd pîroz kir û anî ziman ku piştî çalakiya Mazlûm Dogan Newroz wateyeke cuda qezenc kiriye. 

Hevseroka Federasyona Elewî ya Başûrê Fransayê Nurgul Tek jî bi berxwedana Kawayê Hêsînkar Newroza her kesî pîroz kir û diyar kir ku Newroz li dijî taritiyê ronahî û berxwedan e. 

'GEL JI 7'Ê HETA 70'Ê SALÎ XWEDÎ LI BANGÊ DERKET'

Hevseroka KCKD-E'yê Zubeyde Zumrut jî wiha got, "Newroz berxwedan e. Newroz Zekiiye Alkan, Mazlûm Dogan û Bêrîtan e." Zumrut destnîşan kir ku meha Adarê meha lehengan e û şehîdên azadiyê bi bîr anî. Zumrut diyar kir ku gelê Kurd bûne yek û da zanîn ku hêzên serwer nikarin yekîtiya gelê Kurd parçe bikin. Zubeyde Zumrut bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û destnîşan kir ku gelê Kurd bûne yek û xwedî li Rojava derketine. Zumrut bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û diyar kir ku Kurd ji 7'ê heta 70'ê salî xwedî li vê bangê derketine.

Piştî axaftinan Koroya TEV-ÇAND'ê ya Marsîlyayê û Hozan Faruk derketin ser dîkê û stranên xwe gotin.

DU CEJN BI HEV RE HATIN PÎROZKIRIN

Berdevkê Têkiliyên Derve yê Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê Salih Azad wiha got, "Newroz, sembola berxwedanê ya gelê Kurd e. Sembola azadî, aştî û demokrasiyê ye. Em îsal du cejnan bi hev re pîroz dikin."

Piştre, Helbest Arî derket ser dikê û stranên xwe got. 

Hevseroka navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê Mavîs Amed, peyama Rêber Apo xwend. Piştre koma erbane û foklorê ya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan derket ser dikê. Piştre hunermend Murat Demîr bi stranên xwe girseyê bi coş kir. 

'GELÊ ME DIXWAZE NEWROZÊ BI RÊBERTIYÊ RE PÎROZ BIKE'

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku tevlî pîrozbahiyê bû, axivî û wiha got, "Newroza 2026'an Newroza azadiyê ye. Azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Kurd bi tijîkirina qadên Newrozê, dixwazin bi Rêbertiyê me re pîrozbahiyê bikin. Rêbertiyê me demxe xwe li cîhanê xist û gelê ragihand ku ew ê Newrozê bêyî Rêbertî û statu Newrozê qebûl nakin. Gotin ku Newrozê bêyî statu û azadiya xwe pîroz nekin. Qada Marsîlyayê nîşaneya vê ye. Em bawer dikin ku em ê sala 2027'an bi Rêbertiya xwe re pîroz bikin. Em ê bi statuya gelê Kurd pîroz bikin."

Bayindir bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî û wiha got, "Rêber Apo pêşengiya vê pêvajoyê dike. Dewleta Tirk ji bo qebûlkirina mafên gelê Kurd hîna gavekî rast navêje. Gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe bawerî bi Rêbertiya xwe tîne."

Bayindir her wiha bal kişand ser Hefteya Lehengiyê, şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û destnîşan kir ku îro bi milyonan kes têdikoşin. Bayindir got, "Em ê heta azadî û serketinê nerawestin. Ev ne pêvajoya rûniştin û temaşekirinê ye, pêvajoya yekîtiyê ye."

Di dema axaftina Bayindir de li qadê agirê Newrozê hate pêxistin. Piştre hunermend Xêro Ebbas derket ser dikê û tevî girseyê stranên xwe got. Piştre, TRZ Azad stranên rap got. 

Girseya ku Newrozê bi coşekî mezin pîroz kir, bi dawîbûna bernameyê re belav bû.