BI DÎMEN

Li Besançonê agirê Newrozê hate dadan

Li bajarê Besançonê yê Fransayê, di pîrozbahiya Newrozê de zêdetirî 300 kes hatin cem hev.

Girseya ku li dora agirê Newrozê kom bû, bi dirûşmên “Bijî Newroz, Bijî Aşitî” pîrozbahiya xwe pêk anî.

Di çalakiyê de nivîskar Nizam Algunerhan axivî û destnîşan kir ku Newroz ne tenê cejneke, lê di heman demê de roja berxwedan û hêviyê ye. Algunerhan got: "Newroz; navê ronahiya li dijî tariyê û dengê li dijî zilmê ye," û diyar kir ku agirê Kawayê Hesinker li dijî Dehaq dadaye, îro jî di têkoşîna gelan de dijî.

Algunerhan anî ziman ku agirê Newrozê ne tenê li Besançonê, lê li her çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyê cîhanê pê dikeve. Wî got ku ev agir hesta hevpar a kesên li sirgûnê dijîn û hesreta welat dikşînin e.

Algunerhan di axaftina xwe de kesên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û weha got: "Em kesên ku ji bo hebûna vî gelî jiyana xwe feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînin. Ew bîra vî gelî û berxwedana wî ne."

Algunerhan diyar kir ku gelê Kurd tevî hemû zextan di dirêjahiya dîrokê de hebûna xwe parastiye û bal kişand ser girîngiya yekîtiyê: "Wekî gelekî ku bi heman zimanî diavire û heman êşê dikişîne, divê em nirxên xwe yên hevpar mezin bikin."

Pîrozbahî bi gerandina govendê ya li dora agirê Newrozê û bi dirûşman bi dawî bû.