Li Goteborgê Newroz bi coş hat pîrozkirin
Li bajarê Goteborg ê Swêdê bi sedan kes ji bo pîrozbahiya Newrozê li hev civiya.
Li bajarê Goteborg ê Swêdê bi sedan kes ji bo pîrozbahiya Newrozê li hev civiya.
Li bajarê Goteborg ê Swêdê pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bi tevlîbûna zede û bi coş pêk hat. Pîrozbahî bi dirûşmeya "Azadî û Yekîtiyê" hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî bûn.
Pîrozbahî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên piştre hatin kirin de îşaret bi girîngiya dîrokî û çandî ya Newrozê hat kirin û hate diyarkirin ku ev roj ji bo gelan sembola piştevanî û berxwedanê ye.
Di axaftinan de bi taybet îşaret bi pêwîstiya yekîtiyê ya di navbera Kurdan de hate kirin. Axaftvanan bal kişandin ser girîngiya pêvajoya heyî û anîn ziman ku gavên ji bo tevgerîna hevpar divê bêyî dereng werin avêtin.
Pîrozbahî bi stran, lîstokên gel û bernameyên cuda yên çandî dewam kir. Gel li dora agirê Newrozê govendê gerandin û coşa cejnê parve kirin.