BI DÎMEN

Li Budapeşteyê şahiya Newrozê ya girseyî

Li paytexta Macarîstan Budapeşteyê Kurdistanî û dostên wan ên macar bi şîara “Yekîtiya Kurd, ji Kurdistanê re Statu û ji Rêber Apo re Azadî” Newroz pîroz kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Maracîstan Budapeşteyê, Cejan Newrozê bi merasîmeke girseyî pîroz kirin.

Şahî bi şîara “Yekîtiya Kurd, ji Kurdistanê re Statu û ji Rêber Apo re Azadî” hate lidarxistin. Gelek kes tevlî şahiyê bûn.

Salon bi posterên Rêber Apo, alên KCK, YPG û YPJ’ê û rengên Kurdistanê hate xemilandin.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Destpêkê li ser navê nûnerê civaka Kurd a Macarîstanê axaftin hate kirin. Di axaftinê de Newroza beşdarên şahiyê û gelê Kurd hate pîrozkirin.

Piştre li ser navê komîteya dostaniya Kurd-Macar axaftin hatin kirin.

Siyasetmedarê Kurd Ehmed Zîrek jî axivî û di şexsê Mazlum Dogan de hemû şehîdên Newrozê bi bîr anî.

Zîrek bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî û destnîşan kir ku ev pêvajo gelê Kurd li dijî qirkirinê diparêze.

Di dawiyê de Koma Dewran, Hozan Arîana û komên muzîkê yên Macar derketin ser dikê û stran gotin.

Bi stranan re govend hate gerandin. Di tevahiya şahiyê de ji bo Rêber Apo û şehîdan dirûşme hatin berzkirin.