Yekîtiya Ewropa polîtîkaya xwe ya koçberiyê dişidîne

Yekîtiya Ewropa erkên li ser şopandin, binçavkirin û şandina li welatê sêyemîn ê li hemberî koçberan berfireh dike. Hin derdorên li nava yekîtiyê van polîtîkayan dişibînin rêbazên Donald Trump.

POLÎTÎKAYA KOÇBERIYÊ YA EWROPAYÊ

Komîsyona Ewropayê ragihand ku guhertinên nû ku navê "Pakta Penaberî û Koçberiyê" lê hate kirin wê di 12'ê Hezîranê de bikeve meriyetê. Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen anî ziman ku armanc ji polîtîkaya nû ew e ku pêşî li dubarebûna krîza koçberiyê bigire, ku sala 2015'an di dema şerê Sûriyeyê de rû da. Von der Leyen diyar kir ku Ewropayê ji rabirdûyê ders wergirtiye û êdî hîn bêhtir amade ye.

Yekîtiya Ewropayê, salên dawî bi xurtkirina partiyên rastgir û rastgiriya tund re polîtîkaya xwe ya koçberiyê hîn hişk kir. Partiyên rastgiriya tund bi rengekî eşkere piştgiriyê didin kiryarên dersînorkirinê yên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û dixwazin, heman rêbaz li Ewropayê jî bi cih bêne anîn.

MODELA ÎTALYAYÊ TÊ BERFIREHKIRIN

Yekîtiya Ewropa ji bo koçber beriya bigihêje Ewropayê bêne astengkirin di halê hazir de bi milyonan euro xerc dike û piştgirgiyê dide vegerandina bi 'dilxwazî' yan jî bi zorê ya bi hezaran Efrîkiyan. Tê payin ku bi plana nû re ev plan hîn berfireh bibe.

Modela ku Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni pêk tîne, ji bo Ewropayê mînak tê nîşandan. Hikumeta Îtalyayê li Arnavûtlûkê du navendên binçavkirinê yên koçberiyê ava kir. Parlamentera Îtalyayê Rachele Scarpa anî ziman ku li yek ji van navendan herî kêm 90 koçber têne ragirtin û mirov di nava tirs û rewşeke nediyar de ne.

Elmanya, Awûstûrya, Hollanda, Danîmarka û Yewnanistan jî di nav de hin welatên Ewropayê ji bo avakirina navendên dersînorkirinê yên li welatên sêyemîn hevdîtinan dikin. Endama Parlamenta Ewropayê Tineke Strik diyar kir ku ev welatên navborî bi Kenyayê re di nava danûstandinan de ne. Strik anî ziman ku ev plan dişibe peymanên dersînorkirinê yên DYE'yê yên bi welatên weke El Salvador.

Hikumeta Swêdê jî diyar kir ku ew piştgiriyê dide ku bi taybetî ji bo koçberên Efgan û Sûriyeyî li derveyî Ewropayê navend bêne avakirin.

ZEXT Û DEHFDAN

Kiryarên li Ewropayê yên li dijî koçberan ne tenê polîtîkayên dersînorkirinê ye. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin, kiryarên 'dehfdana' li sînorên Ewropayê di meriyetê de ne. Di van kiryaran de kesên ku daxwaza penaberiyê dikin bêyî ku pêvajoyeke hiqûqî bê destpêkirin neçarî dersînorkirinê têne hiştin.

Li gorî rapora meha Sibatê ya saziyên alîkariya mirovî li Ewropayê her roj derdora 221 kes têne dehfdan û vegerandin. Hate ragihandin ku ev kiryar bi giranî li Îtalya, Polonya, Bûlgaristan û Letonyayê rû didin.

Li gorî raporê hêzên ewlekariyê yên Ewropayê tundiyê li jin, mêr û zarokan dikin, bi kûçikan êriş dikin, bi zorê didin tazîkirin û ji çeman têne derbaskirin.

ÇAVDÊRÎ Û SÎNORDARKIRINA HIQÛQÎ

Welatên Yekîtiya Ewropayê ji bo şopandina koçberan hîn bêhtir drone, kamerayên termal û peykê bi kar tînin. 88 saziyên civaka sivîl di nameyekê de ku ji bo saziyên Ewropayê şandin, diyar kirin ku ev kiryarên nû wê zexta polîsan zêde bike û li qadên taybet bibe sedema hîn bêhtir lêgerînê.

Pispora koçberiyê ya Yekîtiya Ewropayê ya Amnesty International Olivia Sundberg Diez anî ziman ku li Ewropayê hîn jî parastineke hiqûqî heye lê belê meyla siyasî ber bi polîtîkayê-n hişk ve diçe. Diez hişyarÎ da ku encamên van polîtîkayan dibe ku giran be.