Endamê Partiya Çep a Swêdê û parlamenterê Yekîtiya Ewropa (YE) Jonas Sjöstedt, ji ANF’ê re qala tecrubeya serdanên xwe yên li Rojava ku çend hefte berê pêk hatiye, kir û diyar kir ku tevî hebûna bi sed hezaran penaberan li herêmê, pergal pir baş hatibû organîzekirin û gelek aramî di nav de hebû.
Sjöstedt got, "Kurd dixebitin ku bibin beşek ji Sûriyeyê, lê bi şertê ku mafên civakî yên ku hatine bidestxistin werin parastin, mafên pêkhateyan û jinan werin parastin." Ew vê hewldanê weke pêvajoyek "bê mînak" bi nav dike, ku armanca wê bihevrejiyana komên cûda ye.
Endamê Partiya Çep a Swêdê di dawiya gotinên xwe de got, serkeftina vê modelê bi zexta civaka navneteweyî ya li ser hikûmeta Şamê ve girêdayî ye ku van mafan qebûl bike.