Welatên G7’ê li Fransayê civîna awarte lidar dixin
Wezîrên karên derve yên welatên G7’ê ji bo nirxandina rewşa şerê li Rojhilata Navîn wê li Fransayê civîneke awarte li dar bixin.
Wezîrên karên derve yên welatên G7’ê ji bo nirxandina rewşa şerê li Rojhilata Navîn wê li Fransayê civîneke awarte li dar bixin.
Welatên Ewropayê û hevalbendên wan wê beşdarî civîna ku wê îro û sibehî (Pêncşem- În) li Fransayê bi armanca nirxandina rageşiya di navbera Îsrîal-DYE û Îranê de were lidarxistin, bibin.
Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio di roja duyemîn a civînê de wê bi wezîrên karên derve yên welatên weke Kanada, Elmanya, Îtalya, Fransa, Japonya û Brîtanyayê re hevdîtinekê bike. Di civînê de wê rewşa şerê li Rojhilaya Navîn bi awayekî ber4fireh were nirxandin. Her wiha wê ji bo kêmkirina nêrînên cuda yên têkildarî mijara DYE û şerê li Rojhilata Navîn jî hewl werin dayîn. Dosyayên Ûkrayna û Xezeyê jî di rojeva civînê de ne.
Civîna G7’ê piştî daxuyaniya ku Serokê DYE’yê Donald Trump amade ye şerî zêdetir tundtir bike û Îranê şertên lihevkirinê qebûl nekirine tê lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrault diyar kir ku civîna G7’ê ji aliyê Fransayê ve hatiye organîzekirin, nehevsengiyên mezin ên li seranserê cîhanê rê li ber rageşiyên mezin vekirine, gefan li jiyana gelan dixwe û anî ziman ku lêgerînên çareseriyê berdewam dikin.
Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrault piştî ku Îsraîlê plana xwe ya pêkanîna herêma ewle ya li Libnana Başûr heya Çemê Litaniyê eşkere kir, bang li hêzên Îsraîlê kir ku hêzên xwe ji Libnana Başûr vekişîne.
Fransayê wezîrên karên derve yên welatên weke Brezîlya, Hindistan, Ûkrayna, Erebistana Siûdî û Koreya Başûr jî vexwendin civînê.
Jean-Noel Barrault têkildarî şerê Rûsya- Ûkraynayê jî axivî û da zanîn wê piştgiriya welatên Rojavayî ya ji bo Ûkraynayê û zexta li ser Rûsyayê berdewam bikin.