Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê, amadekariyên ji bo Newroza Fînalê ya 2026’an didomînin. Komîteya amadekar a Newrozê û dildar ji bo pîrozbahiyê ku wê di 29’ê Adarê roja Yekşemê were lidarxistin, xebatên li qadê didomînin.
Tê payîn ku ji seranserê başûrê Fransayê girseyeke mezin beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya bi dirûşmeya "Newroza Yekbûnê" were lidarxistin, bibin. Komîteya Newrozê hemû Kurdên li herêmê vexwend Newroza yekîtiya neteweyî û diyar kir ku armanc dikin ku li Marsîlyayê fînaleke bi heybet li dar bixin.
Tê payîn ku siyasetmedarê Kurd Keskîn Bayindir di çarçoveya bernameyê de biaxive. Hunermend Xêro Abbas, Helbest Arî, Murad Demîr û TRZ Azad jî wê derkevin ser dikê. Her wiha Koma Folklorê ya Jinên Ciwan, Koroya Tev-Çand, Koma Zarokan û gelek performansên hunerî yên din wê derkevin ser dikê.
Hat ragihandin ku xwarinên herêmî yên Kurdî û xwarinên din ên xweş wê li qada pîrozbahiyê werin pêşkêş kirin. Komîteyê diyar kir ku diyar kir ku armanc dikin ku li Marsîlyayê Newroza Fînalê bi heybet û bi coş li dar bixin.