Li Walesê resepsiyona Newrozê

Li avahiya Senedd Cymru ya Walesê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya Kurdish All Wales Association hate lidarxistin û gelek siyasetmedar û nûnerên civaka Kurd tevlî bûn.

Di resepsiyonoê de ku Darren Millar û Heledd Fychan jî piştgiriya wê kir, işaret bi têkoşîna çandî ya gelê Kurd û hewldanên parastina nasnameyê hate kirin.

Di axaftinan de hate sekan bi biryar a civaka Kurd a li Walesê ya ji bo parastina nirx, çand û zimanê xwe hate destnîşankirin. Hate ragihandin ku gelê Kurd bi avaniya xwe ya rêxistinbûyî li her derê berxwedana çandî mezin dike.

Di resepsiyonê de zarok derketin ser dikê û strana "Yma o Hyd" gotin.

Ev berhema li ser berxwedêrî û hebûna dîrokî ya gelê Walesê ku ji aliyê Dafydd Iwan ve tê gotin, wateyeke cuda da çalakiyê.

Pîrozbahî bi peyamên piştevaniyê yên dostan bi dawî bû.