Li bajarê Marburg ê Elmanyayê cejna Newrozê bi beşdariyeke girseyî hate pîrozkirin. Pîrozbahî ji aliyê meclîsên gel û jinan ên Marburg û Giessenê ve hate birêxistinkirin. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.
Şaredarê Marburgê Dr. Thoas Spies li pîrozbahiyê axivî û anî ziman ku ew kêfxweş e, ji ber tevlîbûneke ewçend girseyî ya li Kappler Burgerhausê û işaret bi girîngiya jiyana bi hev re ya çandên cuda kir. Spies bal kişand ser cihê çand, ziman, kevneşopî û nasnameyê li nava jiyana mirovan kir û destnîşan kir ku mafê Kurdan e ku bi rengekî azad bi çanda xwe bijî. Spies her wiha diyar kir ku li herêmên Kurd lê dimînin astengkirina mafên wan neheqî ye û got, divê Elmanya herêmên rêveberiya xweser ên Kurdan nas bike.
Siyasetmedar Îsmet Kem jî bal kişand ser wate û girîngiya Newrozê. Îsmet Kem anî ziman ku Newroz nîşaneya jinûve vejînê, azadî û berxwedana li dijî zilmê ye û qala têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd kir. Kem ragihand ku Newroz ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo hemû gelan nîşaneya hêviya xwişk, biratî, wekhevî û azadiyê ye.
Kem pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî nirxand û anî ziman ku têkoşîna hevpar, yekîtî û azadiyê girîng e.
Piştî axaftinan hunermend Hamîd Ûrmiye, Seher Stran, Koma Hezex û Dîndar Evşî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Di pîrozbahiyê de ku dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Newroz pîroz be" hatin qîrîn, beşdaran govend gerandin û Newroz pîroz kirin.
Pîrozbahiya Newrozê ya li Marburgê heta derengiya şevê dewam kir.