BI DÎMEN

Newroz li Stavropolê hate pîrozkirin

Li herêma Stavropol a Rûsyayê Newroz bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Li gundê Razdolnoyê ya navçeya Novoalêksandrovkê ya herêma Stavropolê ya Rûsyayê cejna Newrozê bi dirûşma “Newroza azadî û demokrasiyê” bi coş hate pîrozkirin. Kurd û niştecihên herêmê beşdarî şahiyê bûn.

Çalakî ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre, seroka saziya pêwendiya netewan a rêveberiya navçeya Novoalêksandrovskê Yêvgeniya Dîdênko, axaftin kir. Wê cejna biharê, nûbûn û vejîna jiyanê pîroz kir û diyar kir ku her nûbûn bi têkoşînê girêdayî ye û têkoşîna herî girîng jî ya ji bo azadiyê ye.

Di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekbûna gelan û got, hêza civakê di yekbûnê de ye. Dîdênko diyar kir ku wan biryar da ku cejna Newrozê bibe cejnekî fermî ya herêma Stavrapolê. Di çarçoveya çalakiyê de hate ragihandin ku sala 2026’an wekî sala yekbûna gelên Rûsyayê hatiye diyarkirin û bang li kesan hat kirin ku di jiyana civakî û hilbijartinan de beşdar bin. Her wiha, silav û pîrozbahiyên serokê demkî yê herêmê Andrey Akînşîn jî hatin ragihandin.

Ji aliyê din ve, serokê Otonomiya Kurdan a Stavropolê Husyên Ehmedov jî axaftin kir û Newroz pîroz kir.

Di beşa hunerî de, hunermenda biçûk Albîna Lezgiyeva bi stranên xwe derket ser dikê. Piştre, koma Rûsî ya gundê Razdolnoyê bernameya xwe pêşkêş kir. Her wiha, koma Kulîlkên Rojê bi govend û dîlanên xwe reng û coşek taybet da cejnê.

Di dawiyê de, hunermend Mehmedê Ferman, Barî Yûsubov û Cumalî û Murad bi performansên xwe atmosfera cejnê zêdetir kirin. Çalakî bi dîlan û şahiya gelêrî hat dawîkirin.