Li bajarê Augsburgê yê Elmanyayê konferansek bi sernavê “Demokrasî, Edalet û Aştiya Civakî” hat lidarxistin. Di çalakiya ku li Navenda Çanda Elewiyan a Augsburgê pêk hat de, Hevseroka Giştî ya Partiya DEMê Tulay Hatîmogullari, Parlamenterê Enqereyê yê CHPê Umut Akdoğan, Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî Mustafa Aslan û Serokê Cemxaneya Augsburgê Huseyin Yalçın wekî axivêr beşdar bûn.
Hatîmogullari di konferansê de bal kişand ser ku krizên gerdûnî û şer li tevahiya cîhanê kûr dibin û diyar kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn divê di vê çarçoveyê de werin nirxandin. Tulay Hatîmogullari got: “Krîza ku sermayeya gerdûnî di sala 2008an de tê de bû, krîza kapîtalîzmê û mêtingeriya kapîtalîzma hov a li ser tevahiya cîhanê, ne tenê bêkarî, xizanî û birçîbûn li tevahiya cîhanê kûr kir; di heman demê de şer jî bi rengekî cidî anî nav jiyana me, herêma me û erdnîgariya me. Divê em şerê ku DY û Îsraîlê li Îranê daye destpêkirin, geşedanên li Sûriyeyê û geşedanên li Rojhilata Navîn ji vir bixwînin. Divê em şerê Rûsya-Ûkraynayê û şerê gengaz ê Çîn-Taywanê ji vir bixwînin.”
‘JI BILÎ TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ TU VEBIJÊRKEKE ME TUNEYE’
Hatîmogullari destnîşan kir ku di nav pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê de pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Elewiyan hene û bal kişand ser kîmbûna qada azadiya raman û îfadeyê: “Dema em li dîroka 100 salî ya welatê xwe dinêrin, du birînên pir bingehîn û xwîndar hene: Yek pirsgirêka Kurd e, ya din jî pirsgirêka Elewiyan e. Helbet li gel vê, pirsgirêka azadiya raman û îfadeyê, azadî û demokrasiyê heye. Elewî di dirêjahiya dîrokê de bi komkujiyên pir giran re rû bi rû man. Koçgirî, Dêrsim, Çorum, Sivas, Dîlok. Li kêleka me, li Sûriyeyê dîsa birayên me yên Elewî hatin qetilkirin. Sala borî, mixabin em careke din bûn şahidê yek ji mezintirîn komkujiyên Elewiyan ê sedsala dawî.
‘PÊVAJO JI BO BAZARA DESTHILATDARIYÊ NAYÊ QURBANÎ KIRIN’
Tulay Hatîmogullari anî ziman ku çareseriya pirsgirêka Kurd dê rêya têkoşîna demokrasiyê vebike û destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo ku tenê bibe mijara pazariyeke siyasî, pir girîng e: “Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Birêz Abdullah Ocalan sala borî di 27ê Sibatê de pêk anîbû, li Tirkiyeyê pêvajoyek dest pê kir. Hûn dizanin ku heta îro dema çîna karker, rêxistinên ked û pîşeyê, jin, ciwan, parêzvanên xweza û mafên mirovan xwe bi rêxistin dikin, li Tirkiyeyê dixin nav kevana terorê. Dewlet û daraz bi vî rengî diçe ser mirovan. Birêz Ocalan jî dibêje: ‘Zêdetirî 50 sal in têkoşîneke berxwedanê ya ku tevgera azadiya Kurd dimeşîne heye. Kurdan êdî hebûna xwe nîşanî tevahiya cîhanê dan. Niha em dixwazin derbasî qonaxeke siyasî, demokratîk û hiqûqî bibin.’ Ev divê bi du aliyan ve were nirxandin. Aliyek rasterast gelê Kurd, mafên demokratîk û mafên hemwelatiya wekhev a gelê Kurd eleqedar dike. Aliyê din jî em ê wê damara asêbûyî ya têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê vekin. Em ê çeka dewlet û desthilatdariyan a ku bi ‘pêvekera terorê’ hewl dide her kesî biperçiqîne, ji destê wan bigirin. Ez dixwazim diyar bikim ku ji bo hemû tevgerên siyasî û civakî yên li Tirkiyeyê û cîhanê piştgirîdana vê pêvajoyê pir girîng û bi qîmet e.
‘SERKEFTINA PÊVAJOYÊ BI PIŞTGIRIYA MUHALEFETÊ PÊKAN E’
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku divê pirsgirêk bi rêya diyalog û muzakereyê werin çareserkirin û wiha berdewam kir: “Astenga herî bingehîn a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Em bawer dikin ku bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re, dê rêya têkoşîna demokrasiyê pir bi xurtî vebe. Em nabêjin demokrasî dê ji nişka ve were, em bawer dikin ku deriyên wê dê heta dawiyê vebin. Ji ber vê sedemê em vê pêvajoyê çiqasî bi desthilatdariyê re dimeşînin, ewqasî jî bi partiyên muxalefetê re dimeşînin.
‘EM DI DEMEKÊ DE NE KU EM HEWL DIDIN HEVSENGIYA MUZAKERE-TÊKOŞÎNÊ BAŞ SAZ BIKIN’
Tulay Hatîmogullari got, “Em di demeke wisa de ne ku em hewl didin hevsengiya muzakere û têkoşînê pir baş saz bikin” û gavên şênber ên ku divê werin avêtin rêz kirin.
Tulay Hatîmogullari wiha axivî: “Em ji aliyekî ve muzakere dikin. Ji aliyê din ve em pir baş dizanin ku heke gel li kolanan nebe, heke em daxwazên xwe yên demokratîk bi rengekî xurt neynin ziman, tu kes tu mafî nade tu kesî. Li gorî we ev pêvajo çima dest pê kir? Devlet Bahçeli li ser navê dewletê diaxive. Wan îhtîmal e wekî dewlet agahiya guherîn û veguherîna li Sûriyeyê girtibûn. Ya duyemîn, şerê ku dê li Îranê dest pê bike û geşedanên li Îranê. Jixwe li Rojhilata Navîn birînek xwîndar heye. Em hemû temaşe dikin ku kîjan mûşeka li ku diteqe. Welatên Kendavê tevlî bûn. Iraq, Libnan, niha her der bûye parçeyekî vî şerî. Niha di demeke wiha de divê Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser bike. Me ev ne niha got, di vê pêvajoyê de ne got. Me ev 50 sal in digot. Lê niha ji cîhekî ku van hevsengiyan dibînin gaveke wiha avêtin. Li dijî vê gavê jî em nikarin bêjin ‘Welleh biborin em bi we re naaxivin’. Em diaxivin lê em têkoşînê jî dikin. Em ne ji aştiya di serê wan de zêdetir, li ser aştiya bi rûmet a ku gel daxwaz dike zorê didin; em hevdîtinê dikin da ku qanûn biguherin.
‘DEMOKRASIYA RADÎKAL ŞERT E’
Ji bo ku em van hemûyan bikin, gelo ji bo demokratîkbûnê reform bes e? Di meseleyeke wiha de reform qedemeyek e. Guherîn û veguherîn bi gelemperî gav bi gav dibe. Ji van gavên cuda re bi konseptî reform jî dikare were gotin. Lê guherîn û veguherîna rast tenê bi reformê nabe. Pêdivî bi guherîneke kûr û radîkal heye. Demokrasiya radîkal şert e. Divê di vî warî de têkoşîneke demokratîk a radîkal were dayîn.
Li cihê ku dewlet-netewe hebe, mixabin zemîna yekperestî, nîjadperestî û otorîterbûnê pir xurtir dibe. Ji ber wê helbet divê avahiyek demokratîk were hedefgirtin. Divê bernameya me ya demokrasiyê çi be? Em çawa demokratîkbûnekê hedef dikin? Cudabûna hêzan teqez divê hebe. Ev şerta herî jêneger a demokrasiyê ye. Zagonsazî, rêveberî û daraz. Mixabin ev tu carî li Tirkiyeyê bi temamî azad nebûn. Daraz tu carî li Tirkiyeyê serbixwe nebû. Lê daraz tu carî nebibû piştgira ewqas mezin a desthilatê.
‘BIRÎN DIVÊ WERIN BAŞKIRIN’
Yek ji sernavên herî bingehîn ên ku divê di pakêta demokratîkbûnê de hebe, pênasekirina mafên gel û baweriyên cuda bi rengekî aşkere ye. Yanî heke Elewîtî be, bi navê wê Elewîtî gav avêtin. Ji pirsgirêka Kurd re gotina ‘pirsgirêka Kurd’ û gava wê avêtin, yanî bi danîna navê wê. Divê bi rengekî demokratîk û adil gavek were avêtin û ev birîn bi danîna navê wan werin başkirin. Jênegerên pakêta demokratîkbûnê pirsgirêka jinê, wekheviya jinê û meseleya zayenda civakî ye. Li Tirkiyeyê di rojekê de şeş jin hatin qetilkirin. Teqez vegera li Peymana Stenbolê, cîbicîkirina aktîf a qanûna 6284’an divê di nav pakêtê de be. Destwerdaneke cidî li jiyana ciwanan heye. Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem e ku koçberiya mêjî ya ewqas mezin pêk tê. Ciwanên ku zanîngehên herî baş ên Tirkiyeyê diqedînin, naxwazin li Tirkiyeyê bijîn. Ji ber ku xwe azad û bextewar hîs nakin. Bi vê wateyê di pakêta demokratîkbûnê de divê teqez derbarê ciwanan de gava pir girîng were avêtin. Hilweşîna ekolojîk. Ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê, bi rastî li çar aliyê cîhanê em bi hilweşînekê re rû bi rû ne. Binêrin di van şeran de ev mijarek e ku kêm tê axaftin lê mijarek pir jiyanî ye. Garantiya wê tuneye ku em ê sibê bi rû neyên. Di van şeran de çekên nukleerî jî dikarin werin bikaranîn. Bi rastî li dijî hilweşîna ekolojîk divê bernameyeke demokratîk a pir xurt were sepandin. Dadweriya aborî şert e. Li cîhanê xizaniyeke pir mezin heye. Tirkiye qat bi qatê wê dijî. Heke dadweriya aborî tunebe, li wir ne pêkan e mirov behsa demokrasiyê bike û teqez ev mijar jî divê bibe yek ji sernavên bingehîn.