KOMAW: Komkujiya Helebceyê sûcê li dijî mirovahiyê ye

Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) di salvegera Komkujiya Helebceyê ya 16’ê Adara 1988’an de pêk hat, daxuyaniyek da û kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) di salvegera Komkujiya Helebceyê ku di 16’ê Adara 1988’an de pêk hat, daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

"16’ê Adara 1988’an di dîroka mirovahiyê de rojek reş e û bi êş e derbasî dîrokê bûye. Li Helebceyê bi hezaran zarok, jin û sivîlên pîr bi çekên kîmyewî yên ku ji hêla rejîma Baasê ya Iraqê ve li dijî gelê Kurd hatin bikaranîn jiyana xwe ji dest dan. Ev komkujiya li Helebceyê ne tenê sûcek e ku li dijî gelê Kurd hatiye kirin, lê di heman demê de sûcek mezin a li dijî mirovahiyê ye jî.

Em wekî Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), gelê me yê ku li Helebceyê hat qirkirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Bîranîna wan wê her tim di bîr û têkoşîna gelê me de bijî. Em ê vê qirkirinê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”