Yekemîn pîrozbahiyên Newrozê ku îsal ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ve bi diruşma "Newroza Yekîtî û Azadiyê" tên lidarxistin, li bajarê Brightonê dest pê kir.
Li Brightonê, bi hevkariya Meclîsa Gelê Kurd û Tora Piştevaniya Kurdistanê, li Summer Parka ku li navenda bajêr e, bi beşdariya bi sedan kesan pîrozbahiyek hat lidarxistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.
Di çalakiya Newrozê ya li Brightonê de, şehîda înternasyonalîst a Kurdistanê Hêlîn Qereçox (Anna Campbell) ku li Brightonê ji dayik bibû û di 15ê Adara 2018an de di berxwedana Efrînê de di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd ketibû, hat bibîranîn. Bavê Anna Campbell, Dirk Campbell û malbata wê jî beşdarî qada Newrozê bûn.
Li qada Newrozê li gel posterên Rêber Apo, wêneyên Anna Campbell, Salih Muslim, Sirri Sureyya Onder û Selîm Sadak hatin daliqandin. Di qadê de pankartên bi nivîsa "Freedom for Ocalan" û "Jin, jiyan, azadî" cih girtin. Di Newrozê de ku standa Heyva Sor jî hat vegirtin, Kurdan bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bûn.
Di pîrozbahiyê de siyasetmedar Serpil Kemalbay, keça Selîm Sadak Cevahir Sadak, Hikmet Tabak û nûnerê Tora Piştevaniya Kurdistanê jî axaftin kirin. Axivêran şehîd bi bîr anîn û bi bîr xistin ku Newroz cejna hevpar a hemû gelan e, lê ji bo gelê Kurd roja têkoşîn, serhildan û berxwedanê ye.
Cevahir Sadak diyar kir ku ew Newrozê li sirgûnê pêşvazî dikin û got: "Lê bajarê ku em lê ne, cihê ku Anna lê ji dayik bûye ye. Em Newrozê li axa ku Anna lê ji dayik bûye pîroz dikin. Ev ji bo me, ji bo gelan û ji bo têkoşînê cihê rûmetê ye. Dîsa em Salih Muslim, Ehmed Huseynî û hemû canên xwe yên windakirî bi bîr tînin. Ev jî ruhê yekîtiyê yê Newrozê nîşan dide. Îro ya ku bûye Newroz Anna Campbell e."
Piştî axaftinan, Ferhad Feysal, Mehmed Miran, Koma Brighton Folk Choir û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Girsê li dora agirê dadayî govend gerandin û diruşm berz kirin.