Li Hannoverê agirê Newrozê hat pêxistin
Bi sedan kes ji bo pîrozkirina Newrozê li Meydana Steintor a Hannoverê kom bûn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Newroz sembola berxwedan, yekîtî û azadiyê ye.
Bi sedan kes ji bo pîrozkirina Newrozê li Meydana Steintor a Hannoverê kom bûn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Newroz sembola berxwedan, yekîtî û azadiyê ye.
Coşa Newrozê li Meydana Steintor a Hannoverê ya Elmanyayê bilind bû. Pîrozbahiya ku bi pêşengiya Meclîsa Ronahî û beşdariya FED-DEM Hannover û YKM Hannover hat organîzekirin, bi sedan kes bi ruhê azadî û berxwedanêhatin gel hev.
Li qada pîrozbahiyê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî yekîtiya Kurdan" û "Jin, Jiyan, Azadî" dihatin berzkirin. li Qadê li dora agir govend hat gerandin û careke din bal kişandin ser têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û yekîtiyê.
Hevserokên Women Defend Rojava – YUNA Hannover, YKM Hannover û FEDDEM’ê di pîrozbahiyê de axivîn û bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya Newrozê. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Newroz tenê ne cejn e, di heman demê de sembola berxwedana li dijî zilmê û lêgerîna azadiyê ye jî.
Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina hovendê bi dawî bû.