Li Freiburgê Muslim, Kiliç û Huseynî hatin bibîranîn
Kurdistaniyên li bajarê Freiburg ê Elmanyayê ji bo şehîdan merasîma bîranînê li dar xistin.
Kurdistaniyên li bajarê Freiburg ê Elmanyayê ji bo şehîdan merasîma bîranînê li dar xistin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Freiburg, Meclîsa Jinan a Nûda û Komîsyona Malbatên Şehîdan, beşdariya gelek Kurdistaniyan merasîma bîranîê li dar xistin.
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, helbestvanê ji Rojava Ehmed Huseynî û dîrektorê ANF’ê Osman Kiliç ên ku di van rojên dawî de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de bal kişandin ser girîngiya têkoşîna şehîdan.
Hevserokê navendê Salih Hezex diyar kir ku şehîd kevirên bingehîn ên têkoşîna azadiya gelê Kurd in û ji ber vê yekê divê bîranîn û têkoşîna wan were parastin.
Merasîma bîranînê piştî axaftina beşdaran bi dawî bû.
