Salih Muslim li Toronto, Stockholm û Bonnê hate bîranîn
Li bajarê Toronto yê Kanadayê serdanên sersaxiyê bi girseyî pêk hat. Di bîranînê de qala têkoşîna Salih Muslim hate kirin.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê serdanên sersaxiyê bi girseyî pêk hat. Di bîranînê de qala têkoşîna Salih Muslim hate kirin.
Ji bo endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê û yek ji pêşengên şoreşa Rojava Salih Muslim (Bavê Welat) li bajarê Toronto yê Kanadayê bernameya bîranînê hate lidarxistin. Gelek kesên ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarî bîranînê bûn ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate lidarxistin. Di bîranînê de hate ragihandin ku Salih Muslim jiyana xwe da têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û dua hate xwendin.
Di bîranînê de peyama Rêber Apo ya ji bo bîranîna Salih Muslim hate xwendin.
Qisekeran jî anîn ziman ku Salih Muslim bi têkoşîna xwe li çar parçeyên Kurdistanê bû cihê hezkirin û hurmetê.
Salih Muslim li paytexta Swêd Stockholmê û li bajarê Bonn ê Elmanyayê jî hate bîranîn.
STOCKHOLM
BONN