Li Hannoverê şehîdên Rojava hatin bîranîn

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê şehîdên Rojava hatin bîranîn û peyamên xurtkirina têkoşîna azadiyê û girêdana bi şehîdan re hatin dayîn.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi pêşengiya Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Meclîsa Jinan a Ronahî ji bo şehîdên Rojava merasîma bîranînê hat lidarxistin. Gelek nûnerên ji rêxistinên cûrbecûr, malbatên şehîdan û Kurdistaniyên li Hannover beşdarî bîranînê bûn.

Nûnerên Meclîsa Gelê Kurd a Hannover, FED-DEM, YPG, KOMAW, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyeyê, Meclîsên Komuna Şoreşger ên Ewropayê, Partiya Pêşverû û PDK-Î di merasîma bîranînê de axivîn.

Di axaftinan de bal kişandin ser girîngiya têkoşîna azadiyê ya li Rojava ya ji bo gelên herêmê. Di axaftinên de hat diyarkirin ku sîstema demokratîk û wekhev a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin bi saya fedakariya şehîdan mezin bûye û hat destnîşankirin ku berfirehkirina mîrateya têkoşîna şehîdan berpirsiyariyeke dîrokî ye.

Di bîranînê de siyasetmedar Salih Muslim, Hogir Dêrik, Ciwan Rojava, Çiyager Armanc, Egîd Hesekê, Aslan Efrîn, Brûsk Heftanîn û şehîdên Rojava hatin bîranîn. Malbatên şehîdan hest û ramanên xwe parve kirin û peyamên girêdana bi têkoşînê re dan.

Di çarçoveya bernameyê de belgefîlma hat pêşandan. Di pêşandanê de nameya ku Rêber Apo piştî koça dawî ya Salih Muslim nivîsandibû bi zimanê Kurdî hat xwendin. Di merasîmê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

Piştî pêşkêşkirina belgefîlm, sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin. Di merasîmê de kêliyên hestiyarî hatin jiyîn. Bîranîn piştî fitarê bi dawî bû.