Li Hamburgê pîrozbahîya Newrozê ya bi beşdariyeke mezin hate li dar xistin
Li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê, bi beşdariya bi hezaran kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê pîrozbahîya Newrozê hat lidarxistin.
Li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê, bi beşdariya bi hezaran kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê pîrozbahîya Newrozê hat lidarxistin.
Cejna Newrozê ku ji bo gelê Kurd sembola berxwedan û hatina biharê ye, li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê bi çalakîyeke bi coş hat pîrozkirin. Pîrozbahîya ku amadekarîyên wê bi rojan dewam dikirin, li taxa Harburgê pêk hat.
Bername ji alîyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Hamburgê û Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hamburgê ve hat organîzekirin û bi hezaran kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn.
Pîrozbahî bi deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Newrozê dest pê kir. Paşê parlamenterê berê yê HDPê yê Amedê Dr. Îdrîs Baluken axivî û dîyar kir ku gelê Kurd di têkoşîna azadîyê de berdêlên giran daye.
Baluken destnîşan kir ku gelê Kurd dixwaze bi nasname û zimanê xwe di nav aştîyeke rûmetdar de bijî û bang li malbatan kir ku bi zarokên xwe re bi zimanê dayikê biaxivin.
Piştî axaftinan, hunermend Sait Derikî, Umut Botan û Cudî Qamişlo derketin ser dikê û stranên herêmên cuda yên Kurdistanê gotin. Pîrozbahî bi nîşandana folklorê ya Govenda Sîpan Amara û bi gerandina govendan domiya.
Li aliyê din hate ragihandin ku di çarçoveya çalakiyên Newrozê de, di rojên pêş de li Hamburgê meşeke bi meşaleyan û di Parlamentoya Hamburgê de jî resepsîyoneke Newrozê were lidarxistin.