Çalakvanê Kurd Emîn Bayman ê ku di 12’ê Gulana 2025’an de roja ku PKK’ê biryara fesixkirina xwe ragihand, li gorî madeya 129/b salek û 10 meh ceza lê hat birîn, wê di 16’ê Adarê de bikeve girtîgeha Justizvollzugsanstalt Konstanz – Außenstelle Singenê.
Bayman diyar kir ku ceza di 12’ê Gulana 2025’an de hat erêkirin û anî ziman ku hemû îtîraz nehatin qebûlkirin. Bayman destnîşan kir ku ceza di şexsê wî de dane çand û zimanê Kurdî û got, "Hemû xebatên min ji bo çand û zimanê Kurdî bû."
Dadgeha Herêma Bilind a Stuttgartê îdia kir ku Bayman di navbera salên 2015 û 2021’an de li herêmên Crailsheim û piştre li Sinsheim/Crailsheim li ser navê PKK’ê cebat meşandiye û di nav rêxistinê de berpirsiyarî girtiye ser xwe. Di nava sûcên ku avêtin sitûyê Bayram de xwepêşandan û çalakî oeganîze kiriye, bexş kom kiriye, kovar firotiye û dahatê wan ji PKKê re şandiye, hene. Bi va hincetan li gorî madeya 129/b salek û 10 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Bayman ê 72 salî bal kişand ser girîngiya roja ku biryar hat ragihandin û got, "Ev ceza di roja ku PKK’ê biryara fesixkirina xwe ji raya giştî ya cîhanê re ragihand, hat dayîn. Ez vê biryarê derqanûnî, li dijî mafên mirovan û bi tevahî siyasî dibînim."
Bayman bang li rayedarên Elman kir û got, "Dev ji darizandin û cezakirina gelê Kurd berdin. Ger ceza werin sepandin, divê ew ji bo kesên ku ziman, çand û nasnameya gelan qedexe dikin werin sepandin."
Bayman ji sala 1994’an vir ve ji ber zilm û zordariya li Tirkiyeyê neçar ma ku li Elmanyayê bijî, ji ber xebatên xwe yên çandî û siyasî li Heilbronn û derdora wê kesayetiyekî hezkirî ye. Tevî ku malbata wî li Heilbronn dijî, temenê wî yê mezin û tedawiya derûnî dibîne jî, wê wî bişînin Girtîgeha Singen a ku bi qasî 300 kîlometreyan dûr e. ev yek wekî bi zanebûn û li dijî hiqûqê tê nirxandin.